Jinên Mêrdînî berxwedana Efrînê silav kirin
- 15:15 8 Adar 2018
- Rojane
MARDÎN - Bi minasebta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di şahiya ku hat lidarxistin de jinên berxwedêr ên Efrînê hatin silavkirin û wiha hat gotin: "Wê berxwedana wan her ji me re mîras bimîne û em jin jî em ê bibin pêşengên wê mîras û alê."
Li Mêrdînê di pêşengiya Platforma Jinan a Şahmaranê de li Qoserê şahî hat lidarxistin. Şahiya ku li otogara navçeyê hat lidarxistin parlamentera Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, Endama PM'a DBP'ê Zubeyde Zumrut, Endama Dîwanê KCD'ê Salîha Aydenîz û jinên Mêrdînî tevli bûn. Şaredariya Qoserê ya ku xwest şahiya jinan asteng bike ceryan ji bo şahiyê neda û jin mecbûr man ku ji cihekî din ceryanê bi det bixin.
Jin li gel hemû astengiyan li taxan bûn
Li qada ku şahî lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsên "An azadî yan azadî", "Kolan qadên me yên azadiyê ne" hat daliqandin û dovîzên li ser wan dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Em hebûn hene û em ê hebin" hatin daliqandin. Şahî bi rêzgirtina ji bo jinên ku di dîrokê cuda de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û bi dirûşm û gerandina govendê berdewam kir.
Piştre parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axîvî û wiha got: "Jin li gel hemû astengiyan îro li qadan e. Wê tu astengî nikaribin hêza jinê bişkînin."
'Jin li dijî zilmê li ber xwe didin'
Dîlek di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku berxwedana jinan bi biryar didome û ev tişt got: "Gulser Yildirim niha bi awayekî bê hiqûqî di girtîgehê de ye. Dibe ku ne li vir be lê dilê wê li vir e. Em ji vir û heta girtîgehê jê re dibêjin ku wê berxwedana jinan berdewam bike."
Piştre Edama Platforma Jinan a Şahmeranê Adalet Kaya derket ser dikê û nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji girtîgehêa tîpa E ya Amedê şand xwend.
Şolen bi govendê bi dawî bû.