Em pêşengên meşa azadiya jinê ne
- 15:13 8 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Li Efrînê bi hezaran jin beşdarî mîtinga 8'ê Adarê bûn û gotin:"Em pêşengên meşa azadiya jinê ne."
Mîtînga 8'ê Adarê ya li Efrînê bi tevlîbûna hezaran jinî hat lidarxistin. Bi minasebeta 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jinên ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê beşdarî meşê bûn. Jinan di meşê de posterê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şervanên jin û xort ên di şerê li Efrînê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Sakine Cansiz, Arin Mirkan, Avesta Xabur hilgirtin.
Hevseroka Meclîsa Avakar a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf axivî û wiha got:"Li Efrînê ev 48 roj in ku gel li ber xwe didin û pêşengê vê berxwedanê jî jin in. 8'ê Adarê ji bo jinan roja serîhildanê ye."
Endama Koordinasyona Kantona Efrînê ya Kongreya Starê Murşîde Reşîd jî wiha got:"Di şexsê Avesta û Barînan de li Efrînê Berxwedana Serdemê didome û em vê berxwedanê slav dikin. Em ji niha de bi ser ketin."
Çalakiya 8'ê Adarê di bin dengên top û tankan de dewam kir.
Meşa 8'ê Adarê piştî axaftinan bi dawî bû.
Çalakiyên 8'ê Adarê dê bi beşdarbûna 200 jinên ku ji bo piştgiriyê hatibûn Efrînê sibehê jî berdewam bikin.