'Em hemû jinan silav dikin'

  • 14:33 8 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisên SKM û HDK'ê yên jinan bi minaseta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîahanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya jinan de wiha hat gotin: "Em bi xweşikbûna cudahiyê 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikin û ji mijangên wan ku nakevin erdê silav dikin."
 
Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM), bi minaseta  8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkiri  ku polîtîkayên qirker ên li dijî jinan berdewam dikin û xebata bê ewlehî ku keda jinan diçewisîne roj bi roj zêde dibe.
 
'Em ê azadkirina qadan bidomînin'
 
DI daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em jinên ku 8'ê Adara vê salê bi têkoşîna li dijî desthilatdariya baviksalar pêşewaziî dkin. Em jin ji hevkariya ku bi hev re dikin hêzê digrin û berxwedana azadiya jinê mezin dikin. Em ji Stenbol ber bi Amdê ve ji Amedê ber bi Çorluyê ve bi heman biryarê em qadan fireh dikin." 
 
'Em jinan silav dikin' 
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em jinên ku bi hemû reng, cudahî û çandên xwe yên cuda li gel hev in. Bi xweşkahiya vê cudahiyê 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikin û em hemû jinan ji mijangên wan ên ku nakevin erdê silav dikin."