Li Enqereyê mîtîngê dest pê kir: Dilê me li Efrînê lêdide

  • 14:04 8 Adar 2018
  • Rojane
ENQERE - Li Enqereyê di pêşengiya Platforma Jinan de Mîtînga 8'ê Adarê hat destpêkirin.Jinên Enqereyê ên ku hatin qada mîtîngê jinên berxwedêr ên Efrînê silav kirin û gotin,"Dibe ku em niha li vir in lê dilê me bi wan re lêdide."
 
Li Enqereyê di pêşengiya Platforma Jinan de Mîtînga 8'ê Adarê bi tevlibûna hezaran jinan li Qada Kurtuluşê hat destpêkirin.Jinên ku pankartên bi nivîsa "Em bi hevkariye bi hêz dibin, jiyanê bi rêxistin dikin, bijî 8'ê Adrê" vekirin û dowîzên bi dirûşmên, "Jinên Cîhanê xweşik in",  "Aştiyek bi rûmet û azadî" û "Em fetwayê din bila jin derkevin kolanan" vekirin.
 
'Em ê azadiya xwe bi dest bixin'
 
Jina bi navê Burcugul Çubuk ya ku tevli mîtîngê bû diyar kir ku ew li dijî qedexeyan li qadan e û ev tişt got: "Her dixwazin qadan li me qedexe bikin. Lê me vê hefteyê her roj li cihekî karek kir. Em ê azadî û wekheviyê bi dest bixin."
 
'Em ê parstina jiyana xwe berdewam bikin'
 
Jina bi navê Mebiye Merturk jî wiha got; "Bi taybetî 8'ê Adara vê salê di warê parastina azadiya jinê de  girîng e. Em ê diroja azadiya jinê de azadiya xwe bi dest bixin û jiyana xwe biparêzin."
 
'Ez çavên jinên berxwedêr ên li Erînê maç dikim'
 
Jina bi navê Kadriye Ozgan ku berxwedana Efrînê silav kir wiha got: "Ez 8'ê Adarê li her kesî pîroz dikim. Îro li Erênê jin berxwedaneke mezin didin. Ji ber wê ez di serî de 8'ê Adara jinên li Efrînê pîroz dikim û çavên wan maçî dikim. Dibe ku em niha li vir bin lê dilê me bi wan re lêdide."
 
Herikandina jinan a ber biqadê ve bi firandina neqoxên mor û bi dirûşman berdewam dike.