Jinên Amedî bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' ketin qadê
- 13:39 8 Adar 2018
- Rojane
AMED - Jinên Amedî ku ji bo tevli Mîtînga 8'ê Adarê li Qada Îstasoynê tê lidarxistin herikîn qadê, bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê' ketin qadê.
Ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê ku tê lidarxistin jin ji bo ku tevlli mîtîngê bibin berê xwe dan qadê.
Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî ketin qdê, bi reng û lîlandina xwe qad rengîn kirin. Jinan diyar kir ku ew ji bo piştevaniya berxwedana li Efrînê rakirina tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, li dijî îstîsmar û kuştina jinan û ji bo ku bibin dengê zarokan tevli mîtîngê bûne.
'Heta dawiyê em ê li qadê bin'
Jina bi navê Mîzgîn Kardeş ku li qadê cihê xwe girt wiha got; "Em dema hatin ku bikevin qadê heta ji destên wan hat em dereng xitin qadê. Em ji bo roja jinan hatin, bila kutin û şer bê sekinandin. Ev şer ji bo çi tê kirin jî ne diyar re. Dibêjin kurd tune ne û êrîşî Efrînê dikin. Lê bila bizanibin ku Efrîn ya kurdan e. Çi karê Erdogan li Efrînê heye? Em ji bo kesên ku li Efrînê tên qetilkirin li vir in û em ji bo wan li ber xwe bidin."
'Bila qanûnên nû bên derxistin'
Jina bi navê Hediye Mîtan jî got; "Em ji bo roja jinan 8'ê Adarê hatin, bila qanûnên nû bên derxistin ji bo ku zarok û jin neyên tecavuzkrin û tacîzkirin."
'Em ji bo azadiya serokê xwe hatin'
Aynur Yeşîlkaya jî got ew ji bo xwe li qadê ne, ji bo xwe jiyaneke azad dixwazin û wiha berdewam kir;" Li Efrînê şer heye û di encma vî şerî de zarok û jin tên qetlikirin. Cîhan jî li dijî vê hovîtiyê bêdeng e. Em ji bo ku ji şer re bibêjin na û bila jin û zarok neyên kuştin li vir in. Bila jin êdî li dijî qetlîamên li Efrînê bêdeng nemînin. Em ji bo azadiya Serokê xwe jî li vir in û bila serokê me azad bibie."
Jina bi navê Sultan Ulus ya ku hat qadê jî ev tişt got: "Berxwedanek heye û ev berxwedan tenê ne îro, bila her rojê hebe.Em ji bo qanûnên nû hatin vir."
Jinên ku ji Licê jî hatin qada mîtîngê jî dirûşma, "Bijî berxwedana Efrînê" û lîlandin.