Rojnamegerên jin: Bi JIN TV re wê têkoşîn gavek din pêşde biçe

  • 10:14 8 Adar 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Rojnamegerên jin derbarê JIN TV ya îro dest bi weşanê dike, nirxandin kirin û diyar kirin ku divê hemû jin JIN TV bişopînin û  her wiha wê bi JIN TV re têkoşîna jinê pêngavek din pêşde  biçe.
 
JIN TV ya ku Weqfa Newa Jin di her asta vekirina wê de cih girt, wê îro dest bi jiyana weşana xwe bike û jin jî bi kelecanek mezin vekirina televîzyonê dipên. Televîzyona ku di salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin de hat îlankirin, îro wê dest bi weşanê bike.
 
‘Serkeftina jina ye’
 
Ji rojnamegeran ji bo JIN  TV piştgirî hat. Etîdora Gazete Şûjinê ya bi KHK’ê hat girtin, Munevver Karademîr derbarê JIN TV de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Jin bi salane li dijî serdestiya mêr a di çapemeniyê de ji bo alternatîfên xwe ava bike têkoşîn didan.  JIN TV jî nîşaneya serkeftina vê têkoşînê ye.  Qada çapemeniyê wek qada mêran tê dîtin.  Lê bi têkoşîna jinan ev hatiye şikandin.” 
 
Munevverê yekem gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê Gurbetelî Ersoz bibîr xist û diyar kir ku di pêvajoyeke ku zextên mezin li ser çapemeniyê bû, Gurbetelî li dijî zilmê serî hildaye û di xebata çapemeniyê de bûye navê israr û baweriyê.
 
‘JIN TV wê bibe dengê jinan’
 
Munevverê di berdewamiya axaftina xwe de jinên di asta avakirina televîzyonê de cih girtine jî pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di televîzyonê de wê bername û pêşkêşkirin bên kirin lê ez naxwazim tenê bi vê sînor bimînin. Jin parçeyekî girîng ê civakê ye û  mêr destûr nadin jin bêhna xwe vedin. Her pêngava nû ya jinan berxwedanek nû dihewîne.  Ji ber vê jî divê jiyanê jinan, çîrokên jiyana jinan  bibin mîvanên mala me. Divê belgefîlm û fîlm jî cih bigirin. Ez bawer im wê JIN TV bibe dengê jinan.”
 
‘Hewl didin dengê jinan qut bikin’
 
Nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Serpîl Berk diyar kir ku televîzyona jinê di alî pêvajoyê de gelek watedar e û wiha got: “Hewl tê dayîn ku li her qadê dengê jinan bê birîn. Bi qeyûman xebatên jinan rastî zextan hatin, sazî hatin girtin. Bi OHAL û KHK’yan li hember televîzyon û rojnameyan êrîşên cidî pêk hatin. Ez bawer dikim ku wê JIN  TV têkoşîna jinan pêngavekê pêşdetir bibe.
 
‘JIN TV ez im, em in’
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Zuhal Atlan got dema agahiya JIN TV bihistiye gotiye hewceye ew jî wek rojnamegerekê piştgiriyê bide û wiha pê de çû: “JIN TV encama têkoşîna jinan a bi salan e. JIN TV ez im, em in. Divê dîrok û rastiya jinan ji însafa mêran re neyê hiştin û divê jin bixwe binivîsin. Ez wisa bawer im ku JIN TV jî wê bibe wesîleya vê. Li dijî televîzyonên mêran ku jinan her tim biçûk dixînin, wê bernameyên rihê berxwedêr ên jinan dertê pêş wê bê weşandin. Wê JIN TV piştgiriyek mezin bide jinan û serkeftinek mezin e.”