Jinên Tirbespiyê: Dê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bibe
- 09:03 8 Adar 2018
- Rojane
TIRBESPIYÊ - Jinên Tipbespiyê 8'ê Adarê di destpêkê de li jinên Efrînê yên têkoşer û dawiyê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û anîn ziman ku dê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bibe.
Jinên Tipbespiyê 8'ê Adarê di destpêkê de li jinên Efrînê yên têkoşer û dawiyê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û gotin:"Reng û vîna jinê ya ku bi salane tê xwestin ku bê tunekirin dê bi berxwedana Efrînê û bi têkoşîna jinê ji nû de geş bibe."
'Jin nîşaneya jiyaneke wekhev û demokratîk e'
Amed Hacî diyar kir ku jin nîşaneya jiyaneke wekhev û demokratîk e û wiha got:"Jinên cîhanê bi salan e ku ji bo mafên xwe bixin dest û li nirxên xwe xwedî derkevin bi vîneke mezin berxwe dane. Loma jinê her dem bi hêviyeke geş siberoj ronî kiriye. Îro jî jinên Efrînê bi vîneke xurt siberoja Efrînê ronî dike. Dê jinên Efrînê û jinên cîhanê di 8'ê Adarê de li dijî zext û zordestiyan peyama serkeftinê bide. Bi rihê Avesta Xabûran em ê li dijî kesên ku azadiya jinê naxwazin, bi vîneke xurt bisekinin."
'Kes nikare îradeya jinê bişikîne'
Meha Reşo jî diyar kir ku jin xwedî îradeyek mezin e kes nikare îradeya jinê bişikîne û wiha got:"Em bi fikir û ramanên Rêber Apo gihaştin azadiya xwe û mafê xwe. Loma em xwedî îradeyeke bi hêz in kes nikare îradeya me bişikîne. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin ji bo azadî û mafên xwe. Serkeftin a jinên Efrînê û hemû jinên cîhanê ye. Dê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bibe."
'Dê 8'ê Adarê bibe serkeftina Efrînê'
Gulçîn Osman di serî de 8'ê Adarê li jinên Efrînê pîroz kir û wiha got:"Ez hêvî dikim ku 8'ê Adara vê salê dê bibe sedema hêvî, aştî û serfiraziya Efrînê. Jinên Efrînê dê di 8'ê Adarê de jî berxwe bidin û dê 8'ê Adarê bibe serkeftina Efrînê."