OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir
- 16:56 7 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a OHP'ê ya Stenbolê, rapora 2 mehan a girtîgehên Herêma Marmarayê aşkere kir. Komîsyonê li 20 girtîgehan bi 150 girtiyan re hevdîtin kir û rapor amade kir. Di hemû hevdîtinan de hat diyar kirin ku mafê girtiyan tê binpêkirin û zext, tundî û neheqiya li ser girtiyan zêde bûye.
Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ya Stenbolê, li avahiya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CİSST) civîna çapemeniyê pêk anî. Komîsyonê di civînê de rapora meha Çile û Sibatê ya girtîgehên herêma Marmarayê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê diyar kir ku wan li Herêma Marmarayê li 20 girtîgehan bi 150 girtiyan re hevditin kiriye û binpêkirinên mafên mirovan tespît kirine. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Koordinasyona Giştî ya OHP'ê Prz. Veysi Eskî rapor bi raya giştî re parve kir. Eskî, rapor xwend û wiha got: "Li gorî pênaseya îşkenceyê ya navneteweyî êş û tundî ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye. Lêgerîna tazî zêde bûye. Ji ber lêgerîna tazî zêde bûye rûmeta mirovan tê kişandin. Dîsa di lêgerîna li odeyên girtiyan de tundiyek bê sînor li ser girtiyan tê meşandin. Tu aliyê vê lêgerînê yê mafdar û li gorî rûmeta mirovan tune ye. "
Li jinên girtî dane
Prz. Eskî, ani ziman ku 7 girtiyên jin ên bi zorê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê kirine lêgerîna tazî li ser wan ferz kirine û wiha got: "Girti bi zorê rastî lêgerîna tazî hatine. Girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekîrdagê hatin kirin, rastî lêgerîna tazî hatine. Girtiyên li dijî lêgerînê derketin, îşkence li wan hatiye kirin. Herî dawî Mehmet Yildirim ji Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmirê sewqî vir kirin û di 23'ê Sibata 2018'an de bi zorê rastî lêgerîna tazî hatiye. rastî îşkencyea dijwar hatiye. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tekîrdagê, li odeya ku Prz. Suleyman Gokten lê bû bi ser odeyê de girtine û li girtiyan xistine. Li girtiyan îşkence kirine. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jin rastî lêgerîna tazî hatine. Dem dem bi ser odeyan de girtine û lêgerîn kirine. "
Girtîgeha Maltepeyê
Eskî, anî ziman ku li Girtîgeha Tipa F a Boluyê ji bi awayekî keyfî b ser odeyên girtiyan de digirin û di axaftina telefone de tekmîlê li ser girtiyan ferz dikin. Dîsa hem lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin û hem jî li ser piyan jimartinê li ser wan ferz dikin. Li Girtîgah Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe jî girtî rasti lêgerîna tazî tên.
Tecrît Îmraliyê têne bîra mirov
Eskî, destnişan kir ku dema Tecrîd tê gotin Girtigeh Îmraliyê tê aqilan û wiha got: "Di serî de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîda giran tê meşandin. Mafê hevdîtina malbat û parêzeran bi temamî ji destê wan girtiye. Hem platforma me û hem jî saziyên civakî der barê tenduristiya wan de bi fikar in lê dîsa di yek hucreyêde û di bin tercida giran de tên girtin. Li Boluye tecrîda li ser Hevşaredarê Sêtê Tuncer Bakirhan û Hevşaredarê mahsertê Suleyman Tekin didome. Li Girtîgeha Hêjmar 9 a Silîvriyê Prz. Yaprak Turkmen li yek hucreyê tê girtin. Girtiyên nexweş wan nabin revîran û di nava şert û mercên xerab de diminin. Girtiyen li Balikesir û Bolu girtiyên nexweş dereng derdixin revîrê.
Mafê ragihandinê yê girtiyan asteng dikin
Prz. Ezkî, anî ziman ku mafê girtiyan ê ragihandinê ji destê wan girtine û daxwaznameyên girtiyan nayên qebûlkirin. Mafê pirtûk, rojnameyan ji destê wan hatiye girtin. Dîsa alav û amûrên girtiyan ji destê wan tê gritin. Girtî di nava şert û mercên qijêj de tên girtin. Alav û amûrên paqijiyê nadin wan û yên heyi jî ji destê wan digirin. Bi taybetî piştî îlankirina OHAL'ê înfaza girtiyan dişewitinin û ger girtiyên siyasî 3 caran rastî cezayê hucreyê bên, nikarin ji berdana bi şert sûdê bigirin.
Eskî, herî dawî da zanîn ku yek ji zextan ferzkirina cilên yek tîp ya li ser girtiyan e û wiha bi dawi kir: "Herî dawî bi KHK'ya dawî cilên yek tîp kirin zagon. Her çend cilên yek tîp nexistibin meriyetê jî zextên li ser girtiyan zêde kirine. Bi taybetî li Girtîgehên Silivrî, Maltepe, Bolu zextên hêjmara li ser piyan û lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin û ceza li wan dibirin.