Jinên Serêkaniyê: Divê em qadên 8'ê Adarê vala nehêlin
- 16:54 7 Adar 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Jinên Bajarê Serêkaniyê 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û gotin: "Em 8'ê Adarê li jinên berxwedêr ên Efrînê û li YPJ'ê pîroz dikin."
Roja 8'ê Adarê Cejna Jinên Cîhanî nêz dibe. Li seranserî Rojavayê Kurdistinê û Bakurê Sûriyeyê bi rihê berxwedana Efrînê ev roj tê pêşwazîkirin. Jinên Serêkaniyê jî ev roj li tevahî jinan û bi taybet li jinên Efrînê pîroz kirin û gotin ku ew ê heya dawiyê piştgiriya wan bikin.
Rêveberiya Mala Jinê a bajarê Serêkaniyê Zelîxa Elî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "8'ê Adarê rojeke pir girîng e ji bo jinan û bi taybet ji bo jina Kurd a ku rastî û azadiya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo nas kiriye. Di şoreşa Rojava de jî jinê cihekî pir mezin di nava şer de girtiye. Em weke jinên bajarê Serêkaniyê roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û bi taybet em li jinên berxwedêr ên Efrînê pîroz dikin. Jinên Efrînê tevî ew qas şer dev ji ax û welatê xwe bernedane."
Her wiha Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêxa Xelîl jî roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Ez roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim û bi taybet li YPJ'ê û li hemû jinên ku niha li Efrînê li ber xwe didin. Her wiha vê rojê li Rêber Apo jî pîroz dikim. Em jin xwedî ked û îrade ne, bila her kes wisa nefikire ku ew ê vîna me bişkînin, ji ber ku jin dayik e, hevjîn, xwişk e û têkoşer in. Em ê bi fikir û azadiya ku Rêber Apo ji me re afirandiye her dem pêş bikevin û bi ser kevin."