Jin li Wanê bi erbaneyan meşiyan

  • 15:16 7 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Jin, di çarçoveya pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li erbaneyan dan, meşiyan  ji bo tevlibûna mîtînga 8'ê Adarê ku wê sibe li Wanê bê lidarxistin bang kirin. J
 
Endamên Platforma Jinan a Ax Tamarayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de  li ber avahiya KESK’ê civîyan û meşiyan. Jinên ku li erbaneyan dan û meşiyan bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana Jinan" berz kirin, heta Kolana Cumhuriyetê û Qada Beşyolê meşiyan. Jinan di meşê de banga tevlibûna mîtînga sibê ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan kirin kirin û belavok belav kirin Mîtînga 8’ê Adarê dê sibê (8 Adar)  saet 11.00’an, li Parka Musa Anter bê lidarxisitn.
 
Rêveberiya navçeya Erdîşê jî bi tevlibûna parlamentera DHP'ê Bedîa Ozgokçe li avahiya HDP'ê ya navçeyên bi çalakiyên cur bi cûr jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê ku wê sibe bê lidarxistin.  Herwiha Meclisên jinan ên HDP û DBP'ê jî li bajar û navçeyan bi jinan re hatin gel hev  û belavok belav kirin.