Şervanên YJŞ’ê 8’ê Adar’ê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin
- 14:43 7 Adar 2018
- Rojane
Bêrîvan Şengal
ŞENGAL - Şervanên YJŞ’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên cîhanê û li jinên ku di çeperên pêş de li berxwe didin pîroz kirin.
Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 8’ê Adar’ê Roja Jinên Cîhanê di serî de li jinên ku di çeperan de li ber xwe didin pîroz kir û dawiyê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin:" Me ev tevger û têkoşîn bi saya Rêber Apo nas kir. Em Rêber Apo bi şanazî bi bîr tîne û soza parastina axa xwe û rûmeta xwe didin û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin."
Newal Rapêrîn wiha got: "Destpêkê em 8’ê Adarê li Rêbertî, hemû jinên ku îro li çeperên pêş li berxwe didin û têkoşîn dikin û li hemû jinên cîhanê yên kedkar pîroz dikin. Gelek jin ji bo nekevin destê deshilatdariya mêr û ji bo jiyaneke hevpar bijîn xwe şewitandin. Rêberê me girîngiyê dide tevahî jinên cîhanê û jinê pîroz dibîne. Rastî jî em weke jin rola xwe dizanin û em dizanin ku em ê di nav civakê de çawa pêşengtiyê bikin. Berê me pir zêde xwe pêş nexistibû ku weke jin çawa em ê li civakê mêyze bikin. Piştî ku me Rêbertî û tevgera azadiyê nas kir, fikrekî cuda bi me de hat avakirin. Piştî ku me felsefe û birdoziya Rêber Apo nas kir, ewqasî jî me xwe nas kir. Jin di nav civakê de êş kişandin, bi hezaran xwe şewitandin, ji fermanan derbas bûn, li sûkên cîhanê de hatin firotin. Lê li dijî van zilm û zordestiyan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku jin û civak azad bibe.’
Newal Raperîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Weke YJŞ’ê em li vê derê têkoşîn dikin, di vê rojê de em dibêjin weke jin pêwist e em parastina vê axê bikin. Careke din ez vê rojê li Rêberê xwe, li jinên cîhanê û jinên ku niha di çeperan de şer dikin û li berxwe dide pîroz dikim. Serkeftin a jinên Efrînê û jinên cîhanê ye.’
Jiyenda Êzidxan jî diyar kir ku divê hemû jin li dijî desthildatdariyê di qadên şoreşê de cihê xwe bigirin û wiha got: "Destpêkê em 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin û li hemû jinên ku îro di çeperên şer de li hemberî dijmin li berxwe didin, şer dikin û jinên şoreşger ên rabûne ser xwe û dagirkeriyê qebûl nakin pîroz dikin. Piştî ku jin êdî dît ku ewqas qirkirin li ser tê meşandin, tê tunekirin û mafê jinê nayê dayin û piştî ku felsefeya Rêber Apo nas kirin, rastiya têkoşîn û azadiya jinê fam kirin. Divê jin li dijî desthilatdariyê têbikoşin."
Jiyanda Êzidxan da xuyakirin ku jînên Êzidî yên ku berê nikaribûn ji mala xwe derkevin îro ji bo piştgiriyê bidin jinên Efrînê berê xwe didin Efrînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Dema mirov îro li jinên Êzidî mêyze dike, dibîne ku çiqas rabûne ser xwe û çiqasî jin dikare xwe birêve bibe. Êdî jinên Êzidî bêtir dikarin berxwe bidin û êdî nahêlin ku tu kes wan dîl bigire û wan li sûkan bifiroşe. Divê em jinên Kurd ji bo têkoşîna Efrînê bibin yek û bi vî rihî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin."