Jin wê li dijî OHAL'ê li Taksîmê bin
- 11:22 7 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Jinên ku dê di 8'ê Adarê de beşdarî Meşa Şevê ya Femînîstan bibin ji bo daxwaza têkoşîna hevpar, ji bo eşkerekirina polîtîqayên hikumetê yê xelet, ji bo hêza jinê derkeve holê û li dijî OHAL'ê bang li hemû jina kirin ku di 8'ê Adarê de biherikin qadan.
Li Tirkiyeya ku bi OHAL'ê re her roj zext zêde dibe jin tevî hemû zextan amadekariya Meşa Şevê Ya Femînîstan a ku dê li Taksîma Stenbolê pêk were dikin. Jinên ku dê beşdarî meşê bibin bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina mafên xwe di 8'ê Adarê de biherikin qadan.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) peyamên xwe yên berî meşê yên derbarê 8'ê Adarê de bi rêya ajansa me parve kirin.
'Jin azad nebe civak jî azad nabe'
Jina bi navê Refîka Kismet anî ziman ku divê hemû jin li dijî zext û zordariyan serî hildin. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe.
'Ez ê bi daxwaza aştiyê li qadan bim'
Songul Koluş jî wiha axivî:"Ez ê bi daxwaza aştiyê li qadan bim. Ji bo jinên cîhanê bi aştî bijîn, ji bo xwe bi awayekî azad îfade bikin û ji bo hêsirên dayikan neyê xwarê ez bang dikim ku hemû jin di 8'ê Adarê de biherikin qadan."
'Divê hemû jin bi hev re berxwe bidin'
Jina bi navê Meryem Guneş diyar kir ku divê di 8'ê Adarê de têkoşîna jinan a hevpar pêş keve û wiha got:"Divê hemû jin bi hev re berxwe bidin. Divê qadên 8'ê Adarê vala nemîne û jin ji bo parastina nirxên xwe biherikin qadan."
'Hikumeta AKP'ê bû sedem ku sûc zêde bibin'
Gulsum Agaoglu jî wiha got:"AKP bû sedem ku cinayetên jinan, binpêkirina mafên mirovan, îstisamara zarokan zêde bibe. Li dijî binpêkirina mafan û li dijî van polîtîqayan divê em hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û beşdarî Meşa Şevê ya Femînîstan bibin."