Mediya Xalid: Kurd xwedî çand û hunereke dewlemend e

  • 10:13 7 Adar 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hunermend Mediya Xalid hunermendê nemir Mihemed Şêxo bibîr anî û got: "Heta roja îro hunermend Mihemed Şêxo di dil û mejiyê me de ye."
 
Hunermend Mediya Xalid hunermend Mihemed Şêxo bibîranî û têkildarî jiyana wî û bandora wî ya li ser civaka Kurdî ji ajansa me re axivî.
 
Hunermend Mediya Xalid got ku Mihemed Şêxo mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistiye û wiha pê de çû: "Dema mirov dixwaze li stranên Kurdî guhdar bike bêguman wê gelek hunermendên navdar bîne bîra xwe, taybet hunermendê ku mohra xwe li dîrokê xistiye wekî hunermend Mihemed Şêxo. Di sala 1948'an de li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Di sala 1959'an de li gundê xwe dest bi xwendina xwe kir, xwendina xwe ya navîn jî li Qamişlo dewam kir, paşê ji ber rewşa malbata xwe dev ji xwendina xwe berda."
 
Mediyayê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hunermend Mihemed Şêxo bandora xwe li ser gelek hunermendên navdar kiriye. Mihemed Şêxo çavkaniya kevneşopî û hunerek dîrokî ye'. 
 
'Kurd xwedî çand û hunereke dewlemend e'
 
Mihemed Şêxo di dawiya sala 1969'an de berê xwe dide Beyrûtê li navenda Xwendina Yekîtiya Muzîkê xwend. Di sala 1972'an de bû endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Piştî cenga Lubnanê Mihemed Şêxo vedigere gundê xwe û bi alîkariya hin hevalên xwe komek muzîkê damezrand, lê mixabin rêjîma Sûriyeyê nehişt kom berdewam bike ji ber ew kom Kurd bûn û piranî stranên wan ser welat û Kurdistanê bû. Kurd xwedî çand û hunereke dewlemend e. Loma divê em li hunermendên xwe xwedî derkevin û çanda û hunera xwe ya dewlemend her zindî bihêlin."
 
'Yekemîn strana Mihemed Şêxo ya Bexçê Gulan bû'
 
Mediya herî dawiyê got: "Yekemîn strana Mihemed Şêxo ya Bexçê Gulan li Iraqê tomar kir, paşê vegeriya gundê xwe û ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve pir zehmetî û astengî kişand. Her wiha Mihemed Şêxo di 9 Adara 1989'an de çû ser dilovaniya xwe. Di wê demê de gelê Kurd pê bandor bû. Heya roja îro jî stran û hunera wî di dil û mejiyê her kesî de ye û wê her û her hunera wî di mejiyê me de be. Ji biçûkanî ez bi Mihemed Şêxo bandor bûm û yekemîn stran ku ya min ezber kir strana 'Dunya bû Buhar' ya Mihemed Şêxo bû."