Ji jinên Stenbolê peyama Jin Tv: Wê dengê me xurtir derkeve
- 09:43 7 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Jin Tv ya di 8’ê Adarê de dest bi weşanê dike, bû sedema hêvî û kelecanê. Parêzvanên mafên mirovan ên Stenbolê gotin Jin Tv hêvî ye û wê dengê jinan xurtir bike.
Jin Tv ya wê îmzeyê biavêje serkeftinek weşangeriya jinê, di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşanê dike. Aktîvîstên jin ên Stenbolê peyamên piştevaniyê ji bo Jin Tv şandin.
‘Divê dengê jinên ji nêrînen cuda bê bihîstin’
Berdevka Platforma Kuştinên Jinan Gulsum Kav diyar kir ku avakirina televîzyonek ku dengê jinan dide bihîstin, ew gelek kêfxweş kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Mijarê hevpar ên jinan hene. Ji ber vê bendewariya min ji Jin Tv ev e ku dengê jinên ji nêrînên cuda di vê ekranê de bê bihîstin. Ne tenê pispor, divê dengê jinên malê, kolanê, karkerên malê bên bihîstin.”
‘Bi hêvî ye’
Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Dîlara Gevrek jî bi lêv kir ku wek her derê li Tirkiyeyê jî çapemenî xurt dibe û got vekirina televîzyona jinan bi hêvî ye û divê Jin Tv navberê nede karê xwe û ez bawer im wê karên serkeftî bên kirin. Parêzvana mafê jinan Rojda Aslan jî ev tişt vegot: “Vekirina Televîzyonê tiştekî gelek baş e. Ji bo jin dengê xwe bidin bihîstin gelek girîng e. Wê dengê jinan bi awayekî xurt derkeve. Ez ji wan re serkeftinê dixwazim.”
Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Aşkin Koç daxuyakirin ku wê televîzyon hêzê bide têkoşîna jinê û got ew ji Jin Tv re serkeftinê dixwaze.