Yên hewl dan destkeftiyên jinan tune bikin rastî berxwedanê hatin

  • 09:42 7 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Desthilatdariya qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kir û hewl dan rengê jinê tune bikin û bi KHK’yan saziyên jinan hedef girt, li her qadê rastî berxwedan û rengê jinan hatin. 
 
Desthilatdariya hewldana darbeyê kir hincet û OHAL îlan kir bi KHK’yên derxist jî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kir û ewil destkeftiyên jinan hedef girt. Li Wanê saziyên jinan yek bi yek hatin girtin û KADEM ya ku keça serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, Summeye Erdogan serokatiya wê dikir, xistin faliyetê. Bi vê helwesta xwe hewl dan ku jinan mahkumê KADEM’ê bikin. 
 
Ewil faliyet piştre VAKAD hat girtin
 
 Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di Nîsana 2004’an de hat vekirin û wek rêxistina serbixwe û femînîst ji aliyê 7 jinan ve hat vekirin. Jinên, di qada çandî civakî û aborî de xebatên  xwexurtkirinê meşandin, alîkariya piştevaniyê ya ji bo jinên ji ber şer koç kirine û rastî êrîşa zayendî mane jî kirin. Jinên ku bûn şopdarên dozên şîdetê, ji bo jinên mexdurê zîhniyeta serdest ya mêr jî bûn çareserî. Piştî OHAL'a hat îlankirin şûnde faliyetên VAKAD’ê hatin sekinandin û bi KHK’a di 22’ê Mijdarê de hat weşandin bi giştî hat girtin.
 
‘Jinan dest ji têkoşînê berneda’ 
 
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya di 2015’an de hat vekirin jî bi KHK’ê hat girtin. Desthilatdariyê bi ser avahiya KJA’yê ya li Amedê de girt û jin binçav kirin. Deriyê avahiyê jî hat morkirin. Pêkhateyên KJA’yê li Wan û bajarên din di bin her şert û mercî de xebatên xwe berdewam kirin. Li dijî destkeftiyên jinan bêtehemulî 
 
Piştî KHK’yan qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ya navçeya Artemît, Îpekyolu, Payîzava, Erdîş, Muksê, Ebaxê, Bêgirî, Şax, Elbaqê hat kirin û destkeftiyên jinan hatin xespkirin. Qeyûmê tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê bû mêr tayînê yekîneyên jinan kirin û saziyên jinan yek bi yek girtin. Xebatên Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê hatin sekinandin û navend hat girtin. Li şûna wê jî atolya berikan hat vekirin. 
 
‘Xeta alo şîdet’ hat girtin
 
Her wiha ‘xeta alo şîdet’  ya girêdayî  Midûriyeta Polîtîkayên Jinan jî ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Her wiha faliyetên ‘Dara Jiyanê’ jî hatin sekinandin. Malên Tenûrê yên li TOKÎ'yê ku  ji bo aboriya jinan hatibûn vekirin jî hatin girtin. Ligel vê navê Navenda Çand û Hunerê ya Nuda jî guhertin û faliyet dan sekinandin, li şûnê Qursên Kuranê vekirin, dersên mehterê têde hatin dayîn. 
 
Navê jinan yên li park û kreşan hatin rakirin
 
Li Artemîtê navên jinan yên li parkan hatibûn kirin hatin guhertin. Li Sîlopiyê Taybet înan ya hatibû qetilkirin navê wê li kreşê hatibû kirin û ew jî hat girtin. Li Erdîşê jî qeyûm nerehetiya xwe ya li dijî zimanê Kurdî hema nîşan da û Kreşa Zarokan a Helîn Şen girt. Piştre jî Navenda Çand û Hunerê ya Ronahî girt. Li Payîzava jî Koperatîfa Jinan a Xawesor hat girtin û alavên wê dewrê KADEM’ê hat kirin. Navenda Jiyanê ya Jinan jî dewrê KADEM’ê hat kirin.