8’ê Adarê astengiyan nas nake: Zexta wan hebe ya me jî îradeya me heye

  • 09:35 7 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyan starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecî got ku ew astengiyan nas nakin û diyar kir ku ger zext hebin, yên wan jî îradeya wan heye. 
 
Mîtîngên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin. Jin tevî hemû astengiyan qadan dixemilînin. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecî diyar kir ku tu zext wê pêşî li wan negirin, wê xwedî li qezencên xwe derkevin û got 8’ê Adara sala borî mînakek baş e. Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser OHAL’ê û wiha pê de çû: “OHAL berdewama zîhniyeta netew dewletê ye. Dema pergal pirsgirêkan dijîn serî li êrîşa li hember têkoşîna jinê didin. Li welat hewldana derbeyekê heye lê di 12’ê îlonê de jî pêkanînên wisa giran tunebûn. Darbeya 80’ê aliyek dihundirand. Lê niha her alî civakê di bin zextan de ne.” 
 
Em serî natewînin
 
Zeynebê êrîşên li hemberî Efrînê jî nirxand û ev tişt bi lêv kir: “Em êrîşan qebûl nakin. Mexdurên şer jin û zarok in. Hewce nînbû Tirkiye bikeve kaosek wisa. Ji xwe li ber rêya çareseriyê hebû. Li welat pêvajoyek aştiyê hat jiyîn. Lê vê zîhniyetê pêvajo sabote kir. Şerd û merc çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em tu car serî natewînin.”
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de got teqez gotineke her jinê ya bibêje heye û divê li dijî zextan serî neyê tewandin, xwedî li qezencan bê derketin.