Jinên Serhedê: Ji bo azadiya xwe û Apo em ê biherîkîn 8'ê Adarê

  • 09:17 7 Adar 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Jin îsal wê di bin siya OHAL'ê de biherikin qadên 8 Adar ê. Li gel xebatên 8'ê Adarê peyamên jinan jî berdewam dikîn. Jinên wanê yên ku peyama 8'ê Adarê dan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan biherikîn qadên 8'ê Adarê. 
 
Bi nêzîkbûna 8 Adarê xebat û peyamnên jinan bênavber berdewam dikin. Jin îsal wê di bin siya OHAL'ê de  biherikin qadên 8'ê Adarê. Herkes li  bendê ye ku jin wê di 8'ê  Adarê de peyameke  çawa bidin.  Der barê 8'ê Adarê de jinên Wanê axivin û gotin  ku ew ê ji bo azadî û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan biherikin qadan. 
 
'Ji bo azadiya jinan divê em  tecrîdê bişkînîn'
 
Jina bi navê  Sînem Malav anî ziman ku jin wê di 8'ê Adarê de peyamên herî girîng bidin û got ku jin wê  bi daxwaza azadiyê li qadan cihê xwe bigirin û wiha axivi;"Niha li ser birêz Abdullah Ocalan  girankirina tecrîdê her roj zêdetir dibe. Gel bi tu awayî agahiyan nastîne. Ev tecrît ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalane, di kesayeta Abdulah Ocalan de jin û civak tên tecrîtkirin. Jinan her tim azadiya Abdullah Ocalan xwestiye. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan bi perspektîfên xwe ji bîrdoziya jinan re bûye ronahî. Bernameya 8'ê  Adarê heye. Bi rastî em pir bi kelecan tevlî xebatan dibîn û ji bo 8'ê Adarê xwe amade dikîn. Kelecana 8'ê Adarê beriya mehekê bi me re  destpê kir. Ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê sê navend hatine aşkerekirin. Yek ji van jî Wan e. Bi taybetî jinên Serhedê li hemberî tecrîdê her tim nêrazîbûnên xwe anîne ziman. Peyama ku wê di 8'ê  Adarê de bê dayîn jî wê  pir girîng û bi wate be. Em bi dirûşma 'Em hene, em hebûn û em ê hebîn' wê  bikevîn qadê. Jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina tecrîdê dê dakevin qadan. Ji bo azadiya jinan divê em  tecrîdê bişkînîn."
 
'Em ê li gel azadiya xwe azadiya Rêber Apo bixwazin'
 
Dayika Fatma  Setkal jî  bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye û got ku ji bo kurdan xala sereke azadiya Abdullah Ocalan e û wiha axivi;"Meh derbas bûn, sal derbas bûn me hîna agahî ji birêz Abdullah Ocalan negirtiye. Em dixwazîn, ev tecrîda giran bê rakirin û bi rakirina tecrîdê re Abdullah Ocalan bê berdan. Em wekheviyê, azadiyê û aşitiyê dixwazîn. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re jin hemû pir bi kelecan in. Em dixwazîn di 8'ê  Adarê de jî azadiya Apo biqîrîn. Ji bo ku ev şer pêvçûn, girtin û kuştin bên sekinandin, divê muzakere dest pê bikin. Em ê li qadên 8'ê Adarê  li gel azadiya xwe azadiya Apo bixwazîn. Ji bo şermezarkirina tecrîdê û ji bo azadiya hemû gelan werin em biherîkîn qadên 8'ê Adarê. "
 
'Em ê li qadan tecrîdê şermezar bikin'
 
Her wiha Vesîle Ozmen jî anî ziman ku 8'ê Adarê mizgîniya azadiyê ye û got ku divê jin xwedî li 8'ê Adarê derbikevin û wiha axivî;"Demsala biharê her tim xwedî wate ye. Ji bo hemû gelan bihar tê wateya nûbûna rojê. Roj di biharê de hil tê. Ji bo me jinan jî Adar meheke pir pîroz e. Di demsaleke ewqas  bi watey e û tijî de em hêvîdarîn ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe mizgîniya azadî yê. Em dixwazîn hemû jinên girtî bên berdan. Niha tecrîda herî zêde li ser Abdullah Ocalan heye. Ji bo jiyaneke demokratîk divê ev şer bê sekinandin. Dem ne dema şer e. Em dikarîn di çarçoveya jiyaneke wekhev de bijîn. 8'ê Adarê jî wateya van hemû tiştan e. Ji ber ku jinên ji her bîrdozî û rengî di 8'ê Adar'ê de daxwaziya wan hemûyan yek e. Em jî ji bo ku  tecrîd bê rakirin em ê di 8'ê  Adarê de li qadê cihê xwe bigirîn."