Jinên Ereb: Efrîn rûmeta me ye

  • 09:13 7 Adar 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Ereb ên Girkêlegê 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin : " Em ê li dijî wan kesên ku dixwazin dest biavêjin ser nirxên şoreşa jinê, li çeperên şer ên Efrînê cejna jinê pîroz bikin."
 
Careke din li Rojavayê Kurdistanê jin pêşwaziya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin lê vê carê bi awayekî cuda 8'ê Adarê ji hêla jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ve tê pêşwazîkirin. Îsal hemû jin bi coşa berxwedana Efrînê û têkoşîna jinan a li hember êrîşên dewleta tirk dê dakevin qadan û biqîrin. Têkildarî mijarê jî jinên Ereb ên Girkêlegê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê pîroz bikin." 
 
Jina Ereb Eyişa Ehmed roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û li jinên têkoşer ên Efrînê pîroz kir û wiha pê de çû: "Hatina 8'ê Adarê coş û têkoşîna me zindî dike, bi taybet jî di van rojên ku berxwedana Efrînê deng vedide de. Jin ji dîrokê ve bi têkoşîna xwe tê nasîn, roja 8'ê Adarê jî li cem hemû jinan xwedî taybetmendiyek cuda ye. Êdî jinan kirasê koletiyê ji ser xwe avêtiye û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digire û li ber xwe dide. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê isbata vê yekê ye. Bi taybet jinên Kurd hêza xwe ji dîroka xwe ya kûr digire."
 
'Em ê di çeperên şer ên Efrînê de cejna jinê pîroz bikin"  
 
Eyişeyê da zanîn ku 8'ê Adara îsal cudatir e û wiha got: "Wekî em dizanin her sal hemû jin xwe ji bo vê rojê amade dikin lê vê carê cudabûna 8'ê Adarê heye. Em ê li dijî wan kesên ku dixwazin dest biavêjin ser nirxên şoreşa jinê, li çeperên şer ên Efrînê cejna jinê pîroz bikin. Parastina Efrînê parastina azadiya tevahî jinan e loma divê em hemû jin bi yek dilî ji bo Efrînê têbikoşin."
 
'Berxwedana Serdemê li cîhanê deng vedide '
 
Ezîma Ibrahîm jî roja 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha got: "Divê em hemû jin 8'ê Adarê bi têkoşînek hevpar pêşwazî bikin. Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Şoreşa Jinê re, kelecana pîrozbahiya 8'ê Adarê geştir bû. Ew ê îsal jî bi têkoşîna Berxwedana Serdemê ya Efrînê 8'ê Adarê geştir bibe."