Gelê Efrînê carek din berê xwe da Navçeya Şera

  • 18:16 6 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Şêniyên herêma Efrînê ya berxwedêr carek din bi coşeke mezin berê xwe dan navçeya şerayê.
 
Welatiyên herêma Efrînê ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ'ê careke din meşeke bi erebeyan li dar xistin û berê xwe dan gundê Qortqilaqê yê Navçeya Şera. Beriya ku meş dest pê bike, li pêşiya nexweşxaneya Dêrsimê ya herêma Efrînê ji aliyê Hevseroka Rêvebir a Meclisa Efrînê Hêvî Mustefa ve ji raya giştî û gel re daxuyanî hat dayîn.
 
'Bila bên hovîtiyê bibînin'
 
Hêvî Mustefa wiha got: "Ev 46 rojin dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê dikin,lê tevî hemû êrîşan îradeya gelê Efrînê nehat şikandin. Di encama êrîşan de piranî zarok û jin tên qetilkirin. Dewletên Ewropayê dibêjin ku Rêveberiya Efrînê nahêle ku gel ji Efrînê derkeve. Lê niha em wek Rêveberiya Xweser dibêjin ku hûn wek dewletên Ewropa ka werin herêma Efrînê û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi çavên xwe bibînin. Gelê Efrînê biryar daye ku wê heta dawiyê li kêleka şervanên xwe be û berxwedanA xwe dewam bikE.Îro jî bi coşeke mezin ji bo piştgiriya şervanên xwe berê xwe didin navçeya Şerayê."
 
'Tu hêz nikaribe îradeya gelê kurd bişikîne'
 
Paşê gel bi erebeyan û berzkirina dirûşmê "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî berxwedana Serdemê" berê xwe dan navçeya Şerayê. Piştî meşa bi erebeyan gel gihişte gundê Qortqilaqê û  li qada gund Hediye Yûsif axivî.
 
Hediye Yûsif wiha got: "46 rojin gelê herêma Efrînê,şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê berxwedanek bêhempa didin meşandin.  Vê berxwedanê jî ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku wê tu hêz nikaribe îradeya gelê kurd bişkîne. Ev 46 rojin di encama êrîşan de zarok,jin, dayîk û kal tên qetilkirin, lê raya navnetewî li hemberî dewleta tirk bê çare maye. Gelê Efrînê ji dewleta tirk û dijminên xwe re dibêje ku em xwedî vê axê ne.  Her darek ji zeytûnê wê di kabûsên nîvê şevê  de li çavên dewleta tirk keve."
 
'Em teslîmiyetê qebûl nakin'
 
Paşê Hevseroka Meclisa Navçeya Şera Heyat Dawûd bi xêrhatina welatiyên Efrînê kir û got: "Em wek welatiyên Navçeya Şerayê ti carî teslîmiyetê qebûl nakin û heta dawiyê em ê li cih û warê xwe bin."
 
Meş bi gerandina dîlanê û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.