Serlêdana parêzeran cara 736'emîn hat redkirin
- 17:36 6 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 736’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Fuat bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 736 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 736 carin tên redkirin.