Li Navçeya Çelebiyê navenda TEV-DEM'ê hat vekirin
- 15:58 6 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Rêverberiya Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) li Navçeya Çelebiyê navendeke nû vekir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV -DEM) bi amadebûna gelê Navçeya Çelebiyê û Bilikê her wiha bi beşdarbûna Hevserokên Meclisan li Navçeya Çelebiyê ya Sirînê bi pîrozbahiyekê navendeke xwe ya nû vekir.
Beriya Vekirina navenda TEV-DEM'ê ya Navçeya Çelebiyê ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Paşê li ser navê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Malik Mîtan û li ser navê hevserokên Meclisa Navçeya Çelebiyê jî Kurdo axivîn û vekirina navendê li gel pîroz kirin.
Piştî axaftinan kurdaleya sor a li ser deriyê navendê ji aliyê dayîka di Meclisa Malbatên Şehîdan de ya bi navê Hind Şêx ve hat birîn û deriyê navendê bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hat vekirin.