Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji jinên Wanê re şano hat pêşandan
- 15:50 6 Adar 2018
- Rojane
WAN - Li Wanê xebatên 8 Adarê bênavber berdewam dikin. Li tax, navçe û navendan jin amadekariyên 8 Adarê dikin û çalakiyan li dar dixin. Îro jî di çarçoveya van çalakiyan de bi pêşengiya Platforma Ahtamara ji jinan re şanoya jinan hat pêşandan.
Di çarçoveya xebat û çalakiyên 8 Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li her deveran bi pêşengiya platformên ku ji aliyê jinan ve hatine avakirin berdewam dikin. Jinên serhedê îsal wê bi dirûşma 'Em hene, em ê hebûn û em ê hebîn 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Li Wanê Platforma jinan a Ahtamara di çarçoveya xebatên xwe de îro li Şanoya Mencelê lîstika şanoyê ya jinan a bi navê 'Mala Bernarda Albayê' ji jinan re hat pêşandan. Şanoya ku ji aliyê 10 lîstîkvanên jin ve hatiye listîn eleqeyeke mezin ji aliyê jinan ve dît. Parlementera HDP Bedîa Ozgokçe jî tevlî bernameya temaşekirina şanoyê bû. Şano bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.
Her wiha di heman demê de li navçeya Artemet û li gelek taxên Wanê jî Platforma Ahtamara li jinên belavokên 8 Adarê belav kirin û jin vexwedin pîrozbahiya 8'ê Adarê.