'Bi hatina 8'ê Adarê re jin berê xwe didin Efrînê'

  • 15:25 5 Adar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Kongra Star a herêma Kobanê Sara Xelîl 8'ê Adarê li jinên berxwedêr ên Efrînê pîroz kir û got: "Ne tenê jina Kurd, tevahî jinên cîhanê ji bo xwedîderketina li şoreşa jinê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê."
 
Ev 45 roj in dewleta Tirk û komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê dikin. Tevî hemû astengî û bêdengiya heyî ya cîhanê gelê Efrînê bi îradeya xwe li ber xwe dide. Ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ji seranserî Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê gel û jin berê xwe didin herêma Efîrnê û piştgiriya xwe nîşan didin. Herî dawiyê jî şandeyên jinên Kurdistanê berê xwe dane Efrînê û piştgiriya xwe ji berxwedana Efrînê re nîşan didin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongra Star axivî û anî ziman ku dê Efrînê bi ser bikeve. 
 
Sara Xelîl got ku ev 45 roj in li ser herêma Efrînê êrîşek ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê meşandin  û wiha pê de çû: "Ev êrîşa dewleta Tirk ne tenê li ser gelê me yê Efrînê tê kirin, li ser tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ve ye. Li ser wekheviya gelan û li ser civaka demokratîk tê kirin. Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan em weke gelê bakurê Sûriyeyê gelê Efrînê tu caran bi tenê nahêlin."
 
Sarayê bal kişand li ser yekîtiya gelê Kurd ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û wiha got: "Hatina şandeyan û bi taybet ên jinan ji Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê yekîtiya gelê Kurd dide nîşandan. Hîn jî hatina van şandeyan didome. Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê  wê jin ji her deverê li Kobanê kom bibin û berê xwe bidin herêma Efrînê û piştgiriyê bidin berxwedana wan."
 
Sarayê her wiha got ku jina li Rojavayê Kurdistanê ku di çeperên şer ên pêş de li ber xwe dide ji hemû jinan re bûye mînak û wiha bi lêv kir: "Hişyarbûna jinê yekîtiya jinê îro ava kir. Ji bo vê yekê jî ji bo parastina zarokan û nirxên jinê wê berê xwe bidin Efrînê. Ne tenê jina Kurd, tevahî jinên cîhanê ji bo xwedîderketina li şoreşa jinê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê. Çawa ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan ferq û cudahî nexist nav jinan û ji hemû jinan şoreş ava kir, îro jinên cîhanê jî ferq û cudahiyê naxe nav jinan û li seranserî cîhanê jin ji bo Efrînê li ser piyan e. Ev jî encama şoreşa jinê ye."
 
Sarayê herî dawî bang li tevahî jinên cîhanê kir ku bêdeng nemînin û wiha got: "Divê jin roja 8'ê Adarê ji bo xwe bes û têr nebînin, jinên Kurd ên ku bi fikir û felsefeya Rêberê gelan Abdullah Ocalan mezin bûyîn, hemû rojên xwe di nava çalakî, berxwedan û şahiyan de derbas bikin. Divê êdî jin li hember desthilatdariya heyî bêdeng nemînin û berxwedana jinê hîn xurtir bikin, ji bo ku em bikaribin jinan azad bikin û di civakê de bi jinê re azad jiyan bikin."