Jinên Êzîdî: Me li ber 74 fermanan serî netewand

  • 15:35 13 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA - Di çarçoveya înîsiyatîfa Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de bi jinên êzidî re civîn hat lidarxistin. Jinekê di civînê de wiha got, "Me 74 ferman derbas kir, lê me baweriya xwe terk nekir. Me li ber 74 fermanan serî netewand. Em şev û roj ji bo azadiya Apo dua dikin. Em dixwazin ew bibîne ka wî çi bi dest xistiye."
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gundê Birç ê navçeya Wêranşar a Rihayê bi jinên Êzîdî re civiya. Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, Cemile Turhalli  jî beşdarî civînê bû. Di civînê de jinan di heman demê de li ser rola xwe ya di vê pêvajoyê de nîqaş kirin.
 
Cemile Turhalli di civînê de axivî û behsa qirkirinên ku civaka Êzîdî di dîrokê de jiyaye kir. Cemile Turhalli got, "Êzîdî ji hêla dîrokî û olî ve civatek pir taybet e. Bi hezaran salan e nasname û baweriyên xwe parastiye. Tevî hemû qirkirinan jî li ser piyan mane."
 
Jinekê wiha got, "Me 74 ferman derbas kir, lê me baweriya xwe terk nekir. Me li ber 74 fermanan serî netewand. Em şev û roj ji bo azadiya Apo dua dikin. Em dixwazin ew bibîne ka wî çi bi dest xistiye."
 
Civîn piştî axaftinan bi çepikan bi dawî bû.