Di doza panzerê de cezayê weke xelat
- 17:35 5 Mijdar 2026
- Hiqûq
ŞIRNEX – Di doza der barê ku panzerê ket hundirê malekê û birayên hev Muhammed û Frukan Yildirim jiyana xwe ji dest dan, hatibû vekirin de 2 sal û mehek cezayê li amîrê polîs hatibû vekiri veguhertin cezayê pere.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê di 3’ê Gulana 2017’an de panzer ketibû malekê û birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) yên razayî bûn pelçiqîn û jiyan axwe ji dest dabûn. Duyemîn runiştina doza der barê bûyerê de li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Cizîrê hat dîtin. Parêzerên malbatê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevli bûn. Gumanbat Murat Maden ji ser SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû.
Di nirxandinên der barê dosyayê de wekîlê amîrê buroyê yê demî Murat Maden ji ber polîs Omer Yegît ku qursa wî ya perwerdehiya wesayîta zirxî tunebû peywirdarkiriye bi qusur hat dîttin. Jİ sûcê bûye sedema mirina bi teqsîr ceza hat dayîn.
2 sal û mehek ceza li amîrê polîs Murat Maden hat birîn û ev ceza veguherî cezayê pereyê edlî.







