Medyaya serdest îktidarê wekî lehengê xwezayê nîşan dide

  • 09:04 1 Mijdar 2026
  • Medya Kritîk
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya serdest a îktidarê wekî lehengê xwezayê nîşan dide, talankirina xwezayê bi manupilasyon û propagandayê vedişêre. Li welatekî ku daristan lê tên talankirin, qadên jiyanê tên tunekirin, çiya dibin qadên madenê îlankirina wekî lehengekî ya îktidarê berovajîkirina rastiyê bi xwe ye. Parastina xwezayê divê ne li ser esasên tunehesibandin û rantê, divê li ser esasên parastina ax û siberoja gelan bê kirin. 
 
Ji bo projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) a li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê dest bi avakirina wê hat kirin, ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Ekolojiyê ve biryara “Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ne pêwîst e” hat dayîn. Şêniyên gund ji bo rawestandina projeyê îtiraz kirin û li 1'em Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin. Derbarê îtiraza gundiyan de hîn tu biryar nehatiye dayîn. Ev biryara ÇED'ê jî li gor berjewendiyan tê dayin. Ji ber ku şîrketa Zenkar Nakliye Ltd. Şti. ya xwediyê wê endamê Rêveberiya Serokatiya AK Partiyê ya Amedê Muzaffer Aslanhan e ev destûr hatiye dayin. Ev xebat jî bi leşkeran re li herêmê dest dest pê kir. Gundiyên Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê li dijî vê talûkeyê serî netewandin. Çalakiya nobeda kon a ji aliyê gundiyan ve li dijî çêkirina GES'ê hat destpêkirin dewam dike. Gundiyên li berxwe didin dibêjin projeya hatiye destpêkirin gefê li ser gundê wan çêdike û gotin ku ew ê axa xwe radestî şîrketê nekin. Gundiyan her wiha gotin:"Bi darê zorê ax û tapoyên me ji me digirin."
 
Di heman demê de li gundê Xwarikê yê Gimgima Mûşê li dijî Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) bi pêşengiya Platforma Ekolojiyê-Meclisa Ciwanan çalakiya nobetê hat destpêkirin. Ev nobet jî dewam dike û welatiyên Gimgimê dibêjin,"Dest nedin av û axa min !" 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi salan e di bin navê rantê de talan û qirkirineke mezin a xwezayê dewam dike. Ev tenê du mînak in. Mînakên vêya gelek in. Texrîbatên li ser qadên çandiniyê tenê bi çend gotinan nayên ravekirin. Ji ber ku gelekî zêde ne. Dema wiha dibe ev dibe sedem ku ev welat girêdayî derve be. Dîsa ya ku dikare pêşiyê li vê qirkirin û talanê bigire helwesteke hevpar a têkoşînê ye. Her wiha saziyên medyayê yên azad û serbixwe xwediyê bandorekê ne. Her wiha hatina gel hevdu ya ekolojîstan, sazî û dezgehên sîvîl, her wiha bikaranîna torên medyaya dîjîtal û têkoşîna gel bandorên girîng in. Exlaqê weşanek bêalî û dirust jî gelekî girîng e. Lê belê medyaya serdest di çarçoveya weşaneke bêlalî, exlatî û dirust de tev nagere. Bandora medyayê gelekî girîng e. Lê belê medyaya serdest di warê neyînî de bandorekê dike. Rastiyê vedişêre, li gor berjewendî û birdoziya îktidara heyî tev digere. Medyaya serdest vê qirkirin û talanê wekî ku di çarçoveyeke hiqûqî de hatiye kirin, nîşan dide. Çawa ku tayinkirina qeyûman ne wekî xespkirina îradeya demokratîk lê wekî pêdiviyeke di çarçoveya ewlehiyê de nîşan dide, dîsa ji bo talana xwezayê jî heman rêbazê bi kar tîne. Hiqûqê jî wekî çekekê bi kar tîne. Tayinkirina qeyûman jî wekî ku di çarçoveyeke hiqûqî de hatibe kirin nîşan dan. Ev jî aqilê konek ê mêr e. Li dijî vî aqilê konek ê mêr jî têkoşîna kedkarên çapemeniya azad her dewam kir û wê dewam jî bike. 
 
Daraz li Tirkiyeyê ji bo parastina xwezayê nayê bikaranîn. Encax ji bo parastina sûcdaran bê bikaranîn. Baroyên Sêrt û Şirnexê li dijî birîna daran a li herêma Gebar û Bestayê giliyên xwe kirin. Lê belê ev gilî wê bi awayekî erênî bi encam bibe yan nebe ne diyar e. Li vî welatî kesên tecawizkar, ên bazirganiya hişbirê dikin, ên tundiyê li jin û zarokan dikin û wan qetil dikin tên berdan. Daraz di binê xizmeta wan de ye. Lê belê wexta mijar dibe parastina xwezayê ne hiqûq li holê dimîne, ne edalet, ne jî daraz. Medyaya serdest van rastiyana paşguh dike û polîtîkaya weşana xwe li ser xeta siyaset-sermayeyê bi teşe dike. Divê di polîtîkaya weşanê de nêzîkatiyeke rexneyî jî cih bigire. Divê li gor têkiliyên hêzê bi teşe nebe û li dijî statukoyê xwediyê seknekê be. Divê li dij zagona sansurê sekneke exlaqî ya hevpar hebe. 
 
Rastiyeke dinê jî ya girîng heye. Dema çapemaniya kurd di binê êrişan de dimîne her kes çavên xwe digirin û xwe li kerriyê datînin. Herî dawî jî berê tîra kevanê li wan dizîvire. Mînaka tayinkirina qeyûman a li TELE 1 û HALK TV'yê di heman demê de encama vê bêdengiyê ye. 
 
Wexta em li dîroka kontrolkirina medyayê dinêrin em dibînin bi awayekî sîstematîk û plankirî ev kontrol hatiye kirin. Îktidara AKP'ê ewil di nava hemû saziyên dewletê de kadroyên xwe bi cih kir. Wiha pişta xwe xurt kir. Bi salan e AKP îktidar e û di vê yekê de jî rola medyayê gelekî girîng e. Aliyên mûxalîf her tim bi rêya medyaya serdest hatin krîmînalîzekirin. Îktidara AKP'ê bi salan li gor nêrîna xwe teşe da medyayê. Bêtir jî li ser hesasiyetên ol û netewperweriyê dixwest bigihêje armanca xwe. Di salên dawî de jî bi hevkariya MHP'ê rêya xwe li ser vê xetê dewam kir. Îktidara AKP-MHP'ê hemû medya kir binê hîmaya xwe û ev medya veguherî propagandaya partiyekê. Êriş, zext û tahakkuma li ser xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê em nikarin ji vê yekê serbixwe binirxînin. Vê yekê rê ji tahakkuma sermayedaran re vekir. 
 
Sermayedaran xweza kirine qada rantê 
 
Projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) her tim wekî qadeke rantê hatiye dîtin. Sermayedaran qezenc kirine lê belê gel xizan bûye. Her wiha gel û xwezayê zirareke mezin dîtiye. Ev rastiyeke kûrewî ye. Divê medya vî aliyê vê rastiyê bibîne. Lê belê medyaya serdest vê rastiyê berovajî dike. Rastiyek heye. Sermayedar xwe li ser qeyranan mezin û xurt dikin. Divê medya vî alî baş bibîne. Tenê çapameniya azad vê yekê dibîne û berojavî nake. Rastiyeke dinê jî heye. Têkiliya medyaya serdest a bi holdîngên mezin re jî perçeyekî vê rastiyê ye. Têkiliyên bazirganiyê yên bi hev re li ser veşartina rastiyan tên avakirin. Loma jî medyaya serdest nûçeyên li dij xebatên petrol û madenê, qirêjiya hewayê, birîna daran, GES û JES'ê çênake. Her wiha bi vê re girêdayî medyaya serdest bandorên neyînî yên JES'ê yên li ser jêderkên avê, tendirustiya mirov û ajalan jî nabîne. Di heman demê de têkoşîna hiqûqî û ji bo edaletê ya li hemberî vana jî nabîne. Yan nabîne yan jî di çarçoveyeke dinê de nîşanî gel dide. Ev jî xapandineke mezin e. Lê divê gel tu carî neyê xapandin. Ev ne rêbazeke polîtîkayên weşanê ya exlaqî ye. Yek ji rêbaza çarçoveya vê xapandinê çawa tê kirin ? Ev jî girîng e. Medyaya serdest projeyên bi vî rengî di çarçoveya "Razandina baş a ji bo der û dorê", "Razandina baş a ji bo bidestxistina enerjiyê" pênase dike û derdixe pêş. Ev jî yek ji teknîka manipulasyona medyaya serdest e. Kedkarên çapemeniya azad li dijî zimanê zayenpeset, zimanê mîlîtarîst, zimanê manîpulasyonê yê medyaya serdest her tim hewl dan rastiyan derxe holê. Loma jî her tim çapemeniya azad bû hedef.  
 
Talana xwezayê perçeyekî şerê taybet e 
 
Projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) bi taybet zirareke mezin dide xwezaya Kurdistanê. Medyaya serdest serhildana gel a li dijî vê talanê nabîne. Bandorên JES'ê yên li ser xwezayê nabîne. Em dikarin bibêjin yek ji sedema vê nedîtinê jî sedemên siyasî ne. Her wiha em dikarin bibêjin yek sedem jî polîtîkayên şerê taybet e. Dîsa faktorên aborî jî yek ji sedemeke girîng e. Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi salan e xwezaya Kurdistanê tê jehrîkirin. Her wiha vî şerê taybet nasname, helwest û hafizaya hevpar, piştevaniya Gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ferzkirina hişbirê, faliyetên çetebûnê, polîtîkayên ewlehiyê, tayinkirina qeyûman, darizandina ne adil ev hemû perçeyên polîtîkayên şerê taybet e. Medyaya serdest her tim bi zimanê mîlîtarîst ev polîtîkayên şerê taybet nedîtiye yan jî rast nîşan nedaye. Her wiha her tim zimanekî cihêkar bi kar aniye. Dîsa her tim zimanekî nîjadperest bi kar aniye. Ji ber ku medyaya serdest polîtîkaya xwe ya weşanê li gor zihniyeta îktidarên heyî bi teşe dike. Medyaya serdest polîtîkaya xwe ya weşanê li gor stratejiya aqilê dewletê bi teşe dike. Di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de jî dixwazin talan, qirkirin, tunehesibandin, êrişan rewa nîşan bidin. 
 
Polîtîkayên bêhafizahiştinê 
 
Sedema van êrişana ne tenê talankirina xwezayê ye. Di heman demê de hafizaya gelekî dikin hedef. Bi vê re dîroka gelekî dikin hedef. Guhertina navên gund, navçe, bajarên Kurdistanê, êrişên li ser ziman, çand, hunerê, lawazkirina girêdana dîrokî, êrişên li ser goristanan, projeyên çêkirina bendan, koçberiya bi zorê. Vana hemû rêbazên bêhafizahiştinê ne. Rewakirina van rêbazên bêhafizahiştinê jî bi rêya medyaya serdest pêk tê. Xweza hafiza, jiyan, hêvî, stargeha gelan e. Yek ji mînaka herî girîng a bêhafizahiştinê Heskîfa Êlihê ye jî. Bi talankirina xwezayê re dîroka Gelê Kurd jî tê xwestin ji holê bê rakirin. Dîrokek 12 salî di binê avê de hiştin. Bêhafizahiştin, bênasnamehiştin e. Medyaya serdest her tim xizmet ji bêhafizahiştin û bênasnamehiştina Gelê Kurd re kiriye. Ev helwesta medyaya serdest di heman demê de rê li ber siyaseteke demokratîk jî digire. Rê li ber jiyaneke aram digire. Ji ber ku li welatekî rêz li hember xwezayê neyê girtin em nikarin li wir qala edalet, demokrasî û aramiyê bikin. Divê medyaya serdest jî rêzê ji xwezaya vî welatî re bigire û dev ji çêkirina nûçeyên bi derewan berde. Divê dev ji êrişên li ser hafizaya civakê berdin.
 
Medyaya serdest îktidarê wekî lehengê xwezayê nîşan dide  
 
Gelek sedemên talankirina xwezaya Kurdistanê hene. Di vê nivîsê de dibe derfet çênebe em behsa hemûyan bikin. Lê belê min xwest ez balê bibim ser hinek xal û sedemên girîng. Polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê dide sermayedaran. Projeyên zirarê didin xwezayê bi awayekî zagonî tên parastin. Ev yek di heman demê de bandorê li ser derûniya mirovan jî dike. Dema xwezaya mirovan tê talankirin mirov xwe bi tenê hîs dike. Her wiha talana xwezayê raste rast bandorê li ser demografiyê jî dike. Xweza tenê ne meseleyeke der û dorê ye. Wexta em şertên civakî, aborî û siyasî bînin gel hevdu em dibînin ku talana xwezayê bandoreke mezin li ser demografiyê jî dike. Qeyranên demsalî jî di vir de elbet mijara gotinê ye. Ev bandorê li ser serjimarê jî dike. Her wiha dibe sedema qeyranên aborî jî. Lê belê li gel van rastiyana medyaya serdest ango medyaya hawiz îktidarê wekî lehengekî mezin ê xwezayê nîşan dide. Medyaya serdest bi zimanekî wekî ku aktivistên li dij talana xwezayê, sûcdar bin pêş dixe. Wekî ku îktidara heyî ji der û dorê gelekî hez dike nîşan dide. Dîsa wekî ku îktidarê kampanyayên çandina daran ên herî mezin li dar xistibe nîşan dide. Yanî îktidarê wekî lehengê xwezayê be nîşan dide. Darên zeytûnên dîrokî tên birîn lê belê medyaya serdest dibêje wê bi hezaran dar bê çandin. Dîsa felaketên ji ber pirsgirêk û kêmasiyên binesaziyê diqewimin wekî "felaketên xwezayî" derdixin pêş. Petrolên şîrketê li gundê Şilyan ê Gebara Şirnexê bermahiyên sondajê bera çem dan. Lê medyaya serdest dîsa vê rastiyê nabîne. Her wiha nobetên xwezayê yên li Akbelen, Îkizdere yan jî Çiyayên Kazê ji aliyê medyaya serdest ve wekî ku lîstikên hêzên ji derve bin derdixe pêş. Dîsa li Îlîça Erzînganê wexta ew karesata madenê pêk hat dîsa medyaya serdest wekî "qezayeke xwezayî" nîşan da. Li vir rastiyên heyî nayên nîşandan lê belê tenê teknîka manipulasyonê tê bikaranîn. 
 
Medyaya serdest a îktidarê wekî lehengê xwezayê nîşan dide, talankirina xwezayê bi manupilasyon û propagandayê vedişêre. Li welatekî ku daristan lê tên talankirin, qadên jiyanê tên tunekirin, çiya dibin qadên madenê îlankirina wekî lehengekî ya îktidarê berovajîkirina rastiyê bi xwe ye. Parastina xwezayê divê ne li ser esasên tunehesibandin û rantê, divê li ser esasên parastina ax û siberoja gelan bê kirin.