Arzoxli 22 roj in li berxwe dide

  • 16:05 12 Mijdar 2026
  • Ekolojî
AMED - Niştecihên taxa Arzoxlî, ku 22 roj in li dijî projeya Santrala Enerjiya Tavê ya Zenkar 1 (GES) li ber xwe didin, diyar kirin ku ew ê rê nedin ku proje bidome.
 
Çalakiya ji hêla niştecihên taxa Arzoxlîyê ya navçeya Sûrê ya Amedê ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Tavê ya Zenkar 1 hatiye destpêkirin, di roja 22'yem de dewam dike. Jin ji meydana taxê ber bi cihê projeyê ve meşiyan û dirûşmeyên wekî "Axa me mala me ye, hebûna me ya me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Na ji şîrketê re" berz kirin.
 
'Hûn bi kîjan qanûnê rê li ber me digirin?'
 
Piştî meşê, leşkeran gundî li cihê projeyê rawestandin. Li wir gundiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Hûn bi kîjan qanûnê rê li ber me digirin ku em biçin ser erdên xwe?"
 
Emîne Eren, yek ji gundiyên ku nobedariyê dikir, got, "Li vir mirovahî tune ye. Edalet nemaye. Ma em neçar in ku her roj werin vir? Derfetên vî gundî hene ger projeyek baş bûya, me yê bi xwe bikira."
 
Piştre jin vegeriyan qada kon û nobedariya xwe dewam kirin.