Di 10 rojan de li Taîzê 44 sivîl hatin kuştin

  • 14:46 13 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Teîzê ya Yemenê, di 10 rojên pêşîn ên meha Mijdarê de ji ber bombebarana Hûsiyan û êrîşên segvanan ên li ser deverên niştecihbûnê 44 sivîl hatin kuştin 34 kes jî birîndar bûn.
 
Her ku êrîşên Hûsiyan li ser sivîlan li Yemenê berdewam dikin, hişyariyên li ser krîza mirovî  kûrtir dibin. Bangên ji bo hesabpirsînê ji berpirsiyarên li ser asta navnetewî jî berdewam dikin.
 
Li gorî raporeke ku ji aliyê Ofîsa Karûbarên Astengkirinê ya li Taîzê ve hatiye amadekirin, di 10 rojên pêşîn ên Mijdarê de 78 sivîl li bajêr bûne hedefa bombebaran û êrîşên nîşangeran.
 
Raporta ofîsê diyar kir ku ji destpêka mehê ve heta 10’ê Mijdarê, 44 kes di encama bombebarana deverên niştecihbûnê de ji aliyê Hûsiyan ve û êrîşên segvanên ku sivîlan li deverên cuda yên bajêr hedef digrin de hatine kuştin û 34 kes jî birîndar bûne.
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku 35 mal, tesîs û her wiha ambulansek, ji ber êrîşên li ser deverên niştecihbûnê, gundan û avahiyên sivîl zirar dîtine.
 
Her wiha hat gotin ku hinek rewşên belgekirî hene ku Hûsiyan 56 sivîl revandine û gelek welatiyan nehiştine bigihîjin erdên xwe yên çandiniyê û berhemên xwe berhev bikin.