Li Amedê şerê taybet û torên sûc (2)

  • 09:05 29 Cotmeh 2026
  • Dosya
 
Şahid:Jin û zarok di dorpêça çeteyan de ne
 
Rozerîn Gultekîn - Şehrîban Aslan 
 
AMED –  Du şahidên der barê tiryak, çete û fuhuşa ku li Amedê her diçe zêde dibe de axivîn, diyar kirin ku zarokan ber bi sûc ve dibin û bi rêbazên cuda jinan dixin nav tora fuhuşê. Şahidan îdia kirin ku ev tor ji girtîgehan heta kolanan  ji karsazan heta cihên kêfî belav dibe.
 
Li Amedê di 2015’an de li Sûrê piştî pêvajoya pevçûnê, xizanî, betalî û koçberî zêde bû û vê bandoreke mezin li ser civakê kir, bikaranîn û firotina tiryakê, çetebûn, fuhuş li bajêr bûn pirsgirêkên ku herî zêde tên nîqaşkirin. Bi taybet ciwanan dixin nav van toran, bi rêbazên cuda jinan dixin nav tora fuhuşê. Ev pêkanîn di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de tên rojevê. Ev tor xwe çawa rêxistin dikin, kî wan bi rêve dibe, têkiliyên wan çawa pêş dikevin? Ev pirs li benda bersivê ne.
 
Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de du şahidên  ku ji ber ewlehiyê nasnameya wan me neda, der barê mijarê de axivîn. 
 
Her du şahidan da zanîn ku li Sûr, Rezan û Peyasê pêkanînên çete, fuhuş û tiryakê zêdeye û îdiayên balkêş anîn ziman. Şahidan diyar kirin ku tiryak li Sûrê tê komkirin, li Rezan tê firotin li Peyasê jî li herêma 75’an pereyê wê tê komkirin. Şhidan gotin bi tyabet zarok, ciwan û jin dibin hedef, dikin nav tora tiryak û fuhuşê. Şahidan gotin ev tor ji girtîgehan heta kolanan, ji karsazan heta cihên kêfî belav dibe. Şahidan gotin bi hevkariya îstîsmara olî û motorkuryeyan tiryak tê belavkirin. Her du şahidan dan xuyakirin ku piştî xizmên wan ketine nav tora tiryak û fuhuşê dest bi lêkolînê kirine û agahî wisa bi dest xistine.
 
‘Ji ser karsazan tê meşandin’
 
Şahidekê diyar kir ku xizmek wan ketiye nav torafuhuşê li ser vê ji bo xilas bikin têkoşîn meşandine û der barê tora tiryak û fuhuşê de agahî bidestxistine. Şahidê  got ku hîna jî xizma xwe xilas nekirine, têkoşîna wan didome û wiha berdewam kir: “Ev tor ji ser hinek karsazan tê meşandin. Lê kesên mijara gotinê ne hîna derneketine holê. Ev pêkanîn zêdetir li Sûr, Peyas û Rezan tên pêkanîn. Ji xizaniya ciwanan fêdeyê digirin û dikin nav tora xwe. A.O yê ku wek Zaza A. tê zanîn ku wek karsazê mezin yê Amedê tê zanîn. Têkiliya wî bi emniyetê re heye. Bi keça midûrê emniyetê re kurê xwe zewicandiye. Ji ser fuhuşê tora bazirganiyê pêşxistiye. Mînak yên bi paşnavên S li ser tiryakê tor axwe pêş xistine. Yên ji paşnavê A.G û T tor pêş xistine.  Bihayê eroîn û kokaînê dixînin û mirovan fêr dikin. Xwediyê Tren Bar  kesên paşnavê wan G hene. Li wir zarokên keç yên 13-14 salî didin xebitandin.”
 
‘Çeteyên girtîgehan çeteyan digihînin’
 
Şahidê yekemîn got ciwanên bi navê Î.D û B.D li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin û bi gotina ‘em ji we re biratiyê bikin’ ciwanan dikşînin gel xwe  û sozê didin wan. Şahid wiha dirêjî dayê: “Ciwanan dikşînin gel xwe perwerde dikin, dikin lîderê çeteyanç Li Amed, Stenbol, Antalya û Îzmîrê kesê kar dike yê paşnavê wan K. hene.  Ev çete hemû li girtîghê hev nas dikin û tên gîhandin.  Zarokên tên girtin dişînin girtîghên din. Bi vî awayî ji malbatê dur dixînin.Dema malbat tune be jî dibin çete û tevli çeteyan dibin.”
 
‘Hertişt rewa ye’
 
Şahd wiha berdewam kir: “Li Amedê Selefî ewil girêdayê çeteyên Dalton bû. Bi xeracê dest pê kirin. Ji bo tora xwe mezin bikin pere pêwist bû. Zarokên biçûk dixapandin digotin ‘bi motoran guleyan bireşînin hûn ceza nagirin’. Zarokên biçûk dihatin bikaranîn. Piştre ji her tiştî par girtin. Lîderê çeteyan Î.D bi dehan carî hat binçavkirin û berdan. Mînak dibêjin ‘werin sohbetê, em li pey mele nimêjê nakin, em li komeleya xwe nimêjê dikin.’ Esnafên oldar dikşînin cem xwe û rêxistin dikin. 50 kes diçin cihekî û tên. Zarok û ciwan mereq dikin. Ewil bi rêya ol dkşînin cem xwe û fetwaya ji nimêja eşa heta ya sibehê her tişt rewa ye didin. Ev jî fuhuş, tiryak, gulebarankirin û talankirina deran e.”
 
‘Ji bo tiryakê bigire birayê xwe qetil kir’
 
Şahidê yekemîn got di sektora wesayîtan de bi taybet galerî di vir de rol digirin û wiha pê de çû: “Mêrên 18 salî tevî ne qanûnî ye wesayîtan kirê dikin. Alavek şopandinê têde ye. Kesê ku wesayîtê kirê bike li ku deyne yên dane kirê diçin zirarê didin wesayîtê. Dema ciwan wesayîtê teslîm dikin dibêjin pereyê zirarê bidin. Ciwanên ku nikarin bidin tundiyê li wan dikin, ditirsînin dibêjin biçe vê derê gulebaran bike. Zarok û ciwan jî ji ber nikarin pereyê zirara wesayîtê bdin diçin tiştê ku ew dibêjin dikin. 5 hezar TL didin wan. Ji ciwanan re jî ev cazîp tê û wisa dikevin nav lepê wan. Li taxa îskenderpaşa kesekî ji bo 500 TL birayê xwe kuşt.”
 
‘Bi motokuryeyê belav dikin’
 
Şahidê yekemîn îdia kir ku di belavkirin û firotina tiryakê de rêveberiya motokurye tê bikaranîn û ev tişt got: “Ev kes tiryakê bi motorê dibin hemû kolanan. Vê wek rêbazek kamuflajê bi kar tînin. Mînak kesên seyar kulîlkan difroşin hene. Di axa van kulîlkan de tiryakê vedişêrin. Ji bo tiryakê belav bikin vê rêbazê bi kar tînin.”
 
‘Jinan dikin nav tora fuhuşê’
 
Şahid îdiayên xwe wiha domand: “Jin kesên derdikeve pêş wan wek hez dike dibîne. Bi jinê re hinek tiştan dijî û ji ber zextên civakî  ew kes bê çi jin wê dike. Jin ditirse dibêje ez bi vî kesî re nezewicim ez ê bêm qetilkirin. Ne tenê jinên ciwan, zarokên 13-14 salî jî hedef digirin. Piştre jî jinan dikin nava tora fuhuşê.  Cihê esas ê tiryakê Rezan e. Baronê tiryakê R.B û Î.Î li  Rezan e.  Î.Î girti ye lê bira û biraziyên wî belav dikin.  Li her derê belav dikin. Temenê tiryakê pir ketiye. M.V û C.K li Huzurevleri belav dikin. Jinan dixin nav tora fuhuşê.li 500 Evler H.T heye. kuryevaniyê dike. Li Pavyonan difroşe. Zarokên biçûk tên xebitandin. Dewlet jî vê dizane.”
 
Li gelek cihî fuhuş û firotina  tiryakê
 
Şahida duyemîn ev îdia anî ziman: “Li taxa kuça a Huzurevlerî ya navçeya Peyasê gelek kes tiryakê bi kar tînin û ew der cihê duyemîn yê wan e. Gel ditirse. Nikarin bertek nîşan bidin. Yên tiryak kêş  êrîş dikin. li Îskanevlerî cihekî bi navê Şampiyon heye. li Rawesteha Ayhan a Ofîsê jî çend cih hene. Ev der morhkirîne lê dîsa jî vedikin. Agahiya polîasn jê heye. Pere didin wan. Li Deriyê Çiyê Curcuna, li TOKÎ’yên Seyrantepe Tren Club heye. Cihekî din bi navê Sahne heye. Kesên karê fuhuş û tiryakê dikin rojên înê, şemî û yekşemê li Tren Clubê ne. Galerîvan,zêrînger, doktor, dozger, muteahît hene. Pere zêde ye berê xwe didin tiryakê. Platforma Şiyar Be Heye. Şêniyên taxan dikarin van kesan cihên tê firotin, avahiyên vals ji platformê re ragîhinin.”
 
Di beşa sêyemîn a dosyayê de kesên tiryakê bi kar tînin û çawa dikare jê xilas bibin em ê bigirin dest.