Li Arzoxliyê qada ku GES bê çêkirin bi têlan hat dorpêçkirin

  • 15:34 11 Mijdar 2026
  • Ekolojî
AMED - Li Arzoxlî ku 21 roj in xwepêşandanên li dijî projeya GES'ê berdewam dikin. Cendermeyan bi têlan dora qada ku GES bê çêkirin dorpêç kir. 
 
Li Gundê Arzoxliyê yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê çalakiya şêniyên gund a li hember çêkirina projeya GES'ê di roja 21'emîn de berdewam dike. Şîrketa ku dixwaze projeya GES'ê li ser erdên gund ava bike, ev çend roj in, tevî leşkeran tê qada projeyê. Gundî jî li dijî vê yekê têdikoşin.
 
Di roja 21'emîn a çalakiyê de ji hêla cerdermeyan ve qada ku tê xwestin GES bê çêkirin bi têlan hat dorpêçkirin. Bertek û nerazîbûnên welatiyan didomin.