Ji komîna Sitiya Nexşa berhemek nû
- 15:02 13 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna folklorê ya Sitiya Nexşa bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê berhemek nû derxist.
Jinên ciwanên ên Êzidî yên komîna folklorê ya Sitiya Nexşa, ji bo salvegera rizgarkirina Şengalê berhemek nû derxistin. Nêzî mehekê ye endamên komînê ji bo amadekariyê xebat didin meşandin.
Berhema nû girêdayî çanda kevnar a Êzidiyane.
Sitiya Nexşa bi rêya hunerê bersiv didin polîtîkayên ku dixwazin çanda Êzidiyan tune bikin. Heman demê bi rêya hunerê çanda xwe her zindî dihêlin.
Endamên komînê ragihandin ku ew vê berhema xwe diyarî tevahî hewariyên di oxira rizgarkirina Êzidiyan de canê xwe feda kirîn dikin.







