4'ê Nîsanê li Krasnodarê hat pîrozkirin

  • 20:53 7 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Krasnodarê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û peyam dan ku ji bo azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan çi pêwîst be ew ê bikin.
 
76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mala Kurd a gundê Bêlo ya Krasnodar a Rûsyayê bi şahî û çandina şitilan hat pîrozkirin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Berdevka Saziya Jinê Sînem Mehmed li ser girîngiya rojê axivî û rojbûna Abdllah Ocalan pîroz kir.
 
Sînem Mehmed diyar kir ku Abdullah Ocalan baweriyeke mezin daye jinên Kurd ên li Rûsyayê û got, "Hêviya me ew e ku em 4'ê Nîsana bê bi Rêberê azad re pîroz bikin."
 
Wezîr Barî jî zayîna 4'ê Nîsanê silav kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan ronahî, hêvî û azadiya gelê Kurd e û wiha anî ziman: "Bi saya Rêber Apo gelê Kurd di qada navneteweyî de hat naskirin û di heman demê de pirsgirêka Kurd bû pirsgirêka sereke ya cîhanê. Hebûna Kurdan serketina Rêber Apo ye. Lewma em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Em ê Rêber Apo azad bikin û azad bijîn."
 
Piştî axaftinan çalakî bi tilîlî û berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.