
Di pêşengiya TJK –B’ê de atoleyeyên ‘Zayendperestiya Civakî’
- 20:02 6 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Bruksel û Marsilyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê atolyeyên bi sernavê “Zayendperestiya Civakî” hatin lidarxistin.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistan-Belçîka (TJK-B) atolyeya bi sernavê “Zayendperestiya Civakî” hate lidarxistin. Atolye li Navenda Civakî ya Ton Noeyê hat lidarxistin, salon bi pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” û “Îro, sibê û her tim şoreşa jinê” hate xemilandin. Her wiha wêneyên Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dewleta Îranê ve bi cezayê darvekirinê tên darizandin, balê kişand.
Di atolyeyê de Rojnameger Gulîstan Îke, ji Akademiya Jinelojiyê Necibe Qeredaxî û endamê TJK-E’ê Medya Botan pêşkêşî kirin. Ewilî Rojnameger Gulîstan Îke mafê axaftinê girt û destnîşankir ku zayendperestî çawa şêwe dide çandan. Îke got ku pergala serweriya mêr hê di zarokatiyê de rolê dide zarokan û hewl didin zarokên keç ji jiyana civakî dûr bixin. Îke bi bîr xist ku jinan ji bo mafên bingehîn ên wekî hilbijêrîn û hilbijartinê bi salên dirêj têkoşiya ne.
Piştre Necîbe Qeredaxî perspektîfa Rêber Apo ya nasnameya jina azad nirxand. Medya Botan jî di axaftina xwe de îşaret bi rêyên çareseriyê ya li dijî zayendperestiyê kir.
Piştî axaftinan beşdaran bi komên biçûk nîqaşan kirin, pirs hatin kirin û bi hev re bersiv hatin gerandin.
Atolye bi stranên Bêrîvan Turhan û Yeter Nas bi dawî bû.
Marsîlya
Li bajarê Marsilya ya Fransayê bi şîara “Zayendperestiyê derbas bikin û hevjiyana azad ava bikin” atolye hate lidarxistin.
Di atolyeyê de astengiyên ku zayedperestiyê li pêşiya hewldanên azadîbûnê çêdike û cihên wê yên di nava jiyanê de hatin nîqaşkirin.
Moderatoriya atoleyeyê ji aliyê Jale Bingol ve hat kirin. Endama TJK-E’yê Jînda Amed li ser pênaseya zayendperestiyê û pêvajoya pêşveçûna wê, rojnamevan Songul Omurcan li ser qadên ku zayendperestî ji nû ve tê çêkirin û şêweya zayendperestiyê di şert û mercên koçberiyê de û Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya jî li ser rêbazên têkoşînê ya li hemberî zayendperestiyê û konseptên çareseriyê ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di vê qadê de pêş xistiye, nirxandin kirin.
Piştre li ser têkoşîna li hemberî pirsgirêkan û li ser rêbazên çarseriyê nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin.
Di atolyeyê de gotinên Rêbertî ku îşaret bi girîngî û pêwîstiya hevrêbûna bi jinê re li ser bingeha azadiyê dike, li şaxên wêneyekî ku dara jiyanê temsîl dike hate daliqandin.