
Jinan ji bo Abdullah Ocalan şitil çandin
- 20:51 8 Nîsan 2025
- Rojane
MÊRDÎN –Jinan bi wesîleya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî.
Di çarçoveya 76’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Mêrdînê şitil hatin çandin. Bername ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li taxa Xirar a navçeya Şemrexê pêk hat. Di çarçoveya bernameyê de jin hatin gel hev û dar çandin.
Medîne Aksoy ali ser navê TJA’yê axivî û balkişand ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî.
Piştî daxuyaniyê jinan bi wesîleya rojê paste birîn û dar çandin.