Şengalî ji bo berdana zarokên xwe meşiyan

  • 13:45 25 Adar 2025
  • Rojane
   
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengaliyan li dijî êrîş û binçavkirina 5 şervanên YBŞ’ê yên birîndar meşeke girseyî li dar xistin û xwestin di demek nêz de werin berdan.
 
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin.
 
Meşê ji ber Şaredariya Gel a Sinûnê heta qada Mam Zekî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre îxanet û bijî edalet” berdewam kir û bi daxuyaniyek bi dawî bû.
 
Beşdarên meşê dan zanîn ku Iraq bi van êrîş û nêzîkatiyên xwe ewlehî û aramiya Şengalê dixe xeterê û dan zanîn ku divê demildest şervanên wan bên berdan.