Şengalî ji bo berdana zarokên xwe meşiyan 2025-03-25 13:45:46         NAVENDA NÛÇEYAN - Şengaliyan li dijî êrîş û binçavkirina 5 şervanên YBŞ’ê yên birîndar meşeke girseyî li dar xistin û xwestin di demek nêz de werin berdan.   Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin.   Meşê ji ber Şaredariya Gel a Sinûnê heta qada Mam Zekî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre îxanet û bijî edalet” berdewam kir û bi daxuyaniyek bi dawî bû.   Beşdarên meşê dan zanîn ku Iraq bi van êrîş û nêzîkatiyên xwe ewlehî û aramiya Şengalê dixe xeterê û dan zanîn ku divê demildest şervanên wan bên berdan.