
Li Kutahyayê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin
- 20:06 25 Adar 2025
- Rojane
KUTAHYA - Li Kutahyayê Alî Osman Yenî, Hava Yenî ya pê re zewicandî û Salîh Tenî qetil kir.
Li Kutahyayê Alî Osman Yenî, jina bi navê Havva Yenî ya pê re zewicandî û Salîh Ten li cihên cuda bi çekê qetil kir. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Tevî hemû mudaxaleyan Salîh Ten nehat xilaskirin. Polîsan dem alêkolîn dikir agahî girtin ku gumanbar Alî Osman Yenî, Havva Yenî jî li kolana Încîk qetil kiriye.
Gumanbar hat binçavkirin û cenazeyên Havva Yenî û Salîh Ten jî rakirin morga nexweşxaneyê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.