Li gumanbarên destdirêjiyê 16 sal ceza hat birîn

  • 20:07 25 Adar 2025
  • Hiqûq
ÎDIR - Li Îdirê li 6 gumanbarên ku destdirêjî li B.A ya 16 salî kirin û bi zorê fuhuş pê dan kirin, her yekê 16 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev ceza kême û bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ avahiya edliyeyê terk kirin.
 
Li Îdirê li zaroka 15 salî B.A destdirêjî hatibû kirin û fuhuş lê hatibû vekirin. Doza der barê bûyerê de li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îdirê hat dîtin. Gumanbar Alî Begîç, Vedat Gîden, Murat Altunses bi SEGBÎS’ê tevil bûn û muştekî B.A, malbat û parêzer di danişînê de amade bûn. Her wiha hevşaredarên Îdir, Bazid, bajaroka Xelfelî, aktîvîstên TJa û platforma jinan a Wanê jî tevli runiştinê bûn.
 
Heyeta dadgehê li gumanbar Cebraîl Yildaz, Onur Begeç û Murat Altun ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya sîstematîk’ 16 sal, li gumanbar Ferhat Angay û Alî Begeç ‘îstîsmara zayendî’ 13 sal li gumanbar Vedat Gîden jî ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ 10 sal ceza birî.
 
Jinan piştî biryarê bertek nîşan dan û bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ avahiya edliyeyê terk kirin. Jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku cezayê hatiye dayîn kême. Jinan bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ daxuyanî bidawî kirin.