Komeleya Çand û Ziman ya Cûdiyê hat avakirin

  • 17:51 23 Adar 2025
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Li Silopiyayê, Komeleya Çand û Ziman ya Cûdî hate avakirin.
 
Komeleya Çand û Ziman ya Cûdî li navçeya Silopiya ya Şirnexê kongreya xwe li dar xist û avakirina xwe ragihand. Kongre, bi dirûşma “Statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî" li Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di kongreyê de axivî û got: “Zimanê Kurdî salên dirêj e li her qadê rastî polîtîkayên pişaftinê tê. Zêdebûna hejmara komeleyên ziman pîroz e. Ji bo serkeftina van xebatan divê ji 7 salî heta 70 salî her kes bi zimanê xwe biaxive.”
 
'Em bi polîtîkayên pişaftinê tune dibin’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar Mehmet Zekî Îrmez jî got ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe bedelên giran daye û ev tişt anî ziman: “Kurdî yek ji zimanên herî qedîm e. Divê em Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê bedelên giran hatin dayin. Di vê sedsalê de dîktatoran ji bo tunekirina ziman, çand û hunerê tişta ji dest dihat kirin. Lê gelê me tevî polîtîkaya pişaftinê jî tune nebû.”
 
Omer Fansur û Evîn Kuljca weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin. Avakirina komeleyê bi stranên hunermendên li Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê  û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ve hate pîrozkirin.