
3 xwendekar bi hinceta afiş daliqandine ji yurdê hatin avêtin
- 19:18 25 Adar 2025
- Rojane
AMED – 3 xwendekarên li yurda Suleyman Bîn Halîd û Îyaz Bîn Gayem diman û li zanîngeha Dîcleyê dixwendin, bi hinceta li kampusa Zanîngeha Dîcleyê afîş daliqandine û broşur belavkirine ji yurdê hatin avêtin û bursên wan yên KYK’ê hatin birîn.
Xwendekara beşa Rojnamegeriyê pola yekemîn R.A û xwendekara beşa turîzmê ya pola yekemîn B.B ku ku Yurda Suleyman Bîn Halîk a girêdayê KYK’ê diman û xwendekara beşa psîkolojiyê H.V ya li Yurda Îyaz Bîn Gayem diman û li zanîngeha Dîcleyê dixwendin bi hinceta li kampusa Zanîngeha Dîcleyê afîş daliqandine û broşur belavkirine ji yurdê hatin avêtin û bursên wan yên KYK’ê hatin birîn.