ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 22 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Derûnînas Bahar Bayindir, bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û got: "Zêdebûna şîdetê û qetilkirina jinan girêdayî polîtîkayên îktîdarê ya bêcezahiştinê ye." BI DÎMEN 
 
*Jinên Wanê der barê polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin, “Em wisa difikirin ku divê êdî hikûmeta AKP û MHP’ê ji bo aştiyê gavekê biavêje û ev gava aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re bê avêtin. Em şer naxwazin, êdî bila xwîn neyê rijandin. Bila hemû dayik bibin yek  û aştiyê bixwazin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli foruma diyalogê ya li Helebê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bûn bal kişandin ser hêza çareseriya jinê û wiha gotin:” Forumên bi vî rengî ji bo çareseriya rewşên aloz girîng in. Ji ber ku ev 13 sal in aloziya li Sûriyeyê nehatiye çareserkirin. Loma jin li dijî vê aloziyê her tim li berxwe didin. Jin dikarin bibin hêza çareseriya hemû alozîyan.” DÎMEN HEYE
 
*Her ku qetlîamên jinan zêde dibin, pirsgirêkên ewlehiyê yên li wargehan jî balê dikişîne. Sekretera Hiqûqê ya Peymana Kar a Kolektîf a Egîtîm Senê Ozlem Tolu banga tedbîrên lezgîn kir û got, "Ewlehiya jinan nayê temînkirin, ev rewş dibe sedem ku jin ji perwerdehiyê dûr bikevin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê bûn diyar kirin ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî fûarên bi vî rengî gelekî girîng in, divê dewam bikin û wiha gotin:” Ji bo wêje û xwendevanên Kurdî pêş bikevin divê fûarên wiha dewam bikin. Di vê fûarê de eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî jî baş bû.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika, girtiya bi navê Rozerîn Soyler a tevî rapora bijîşk jî nayê tedawîkirin da zanîn keça wê nexweş e û di hevdîtina dawî de dîtiye ku keça wê pir zeîf bûye û got ew di mijara tendirustiya keça xwe de bi fikar e.  DÎMEN HEYE