‘Jin dikarin bibin hêza çareseriyê’

  • 09:05 22 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted  
 
HELEB - Jinên tevli foruma diyalogê ya li Helebê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bûn bal kişandin ser hêza çareseriya jinê û wiha gotin:” Forumên bi vî rengî ji bo çareseriya rewşên aloz girîng in. Ji ber ku ev 13 sal in aloziya li Sûriyeyê nehatiye çareserkirin. Loma jin li dijî vê aloziyê her tim li berxwe didin. Jin dikarin bibin hêza çareseriya hemû alozîyan.”
 
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li Helebê bi dirûşma "Yekîtiya jinên Sûrîyeyê misogeriya çareserî û pêkanîna aştî ya li Sûriyeyê ye" foruma diyalo li dar xist. Jinan li ser mijarên mîna Stratejiya çareseriya kirîzê ya bi perspektîfên jinan, rol û misyona jinan a çareserkirina qeyranan de û nirxandin kirin. 
 
Jinên tevli foruma diyalogê ya li Helebê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
 
‘Jin dikarin bibin hêza çareseriya hemû alozîyan’
 
Hevseroka Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriya Demkratik Leyla Qerehman da zanîn jin dikarin rêya çareseriyê vekin û wiha got:”Forumên bi vî rengî ji bo çareseriya rewşên aloz girîng in. Ji ber ku ev 13 sal in aloziya li Sûriyeyê nehatiye çareserkirin. Loma jin li dijî vê aloziyê her tim li berxwe didin. Jin dikarin bibin hêza çareseriya hemû alozîyan.”
 
Astengiyên pêş jinan hatin nîqaşkirin
 
Leyla da zanîn jinan di forumê de bal kişandine ser astengiyên jin pê rû bi rû dimînin û wiha got:”Li ser sê rehengan forum li dar ket ew jî ‘Stratejiya çareseriya kirîzê bi perspektîfên jinan’,’Beşdariya hemû jinên Sûrî’,"Rola jinan a di pêkanîna aştiyê de’ bûn. Bi riya van rehengan û li ser esasê wan gelek nîqaş li ser rewşa heyî hat kirin. Di nav de astengiyên ku jinên Sûrî di encama şer û aloziya berdewam de jiyabûn, jinên herî zêde para xwe ji şer girtibûn hatin nîqaşkirin.  Nîqaş li ser vê xalê pir hat kirin ne tenê ew lê belê li ser rewşa jinan a di hundir qampên koçberiyê de û astengiyên ku têne kişandin jî hat sekinandin. Bi giştî li ser rewşa Sûriyeyê û yekîtiya ku di vî warî de hat avakirin nîqaşên dewlemed hatin kirin. Ji ber ku em dibînin çendî herêm di nava Sûriyeyê de ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin û hewldana perçekirina çandî û nasnemeyê pir li pêş bû lewma di nava van foruman de ji aliyê jinan ve li ser çawaniya karkirinê ya ji bo derxistina van dagirkeran a ji nava van herêmên dagirkirî nîqaş hat kirin."
 
‘Wê yekîtiya jinan li her deveran bi cih were’
 
Leyla da zanîn jinan li ser mijarên cuda nîqaş dane meşandin û got"Nîqaş li ser kiryarên ku jin tê re derbas dibin jî hatin kirin. Jin li ser binpêkirinên cur be cur ên di qadên aborî, koçberî, siyasî sekinînin. Jin li vir li hev civiyan û guftugo kirin. Jinan gotin hemû tecrubeyên wan dikarin deriyên çareseriyê vekirin. Loma li vir yekîtiya jinan jî girîng e. Wê yekîtiya jinan, li hemû deverên Sûriyeyê pêk were."
 
‘Yên ku bikaribin aştiyê pêk bînin jin in’
 
Leyla diyar kir ku jinan di nava vê forumê de teqez kirin ku ger aştiyek di nava Sûriyeyê de pêk were wê bi destê jinan be û wiha domand:"Di encama vegotina nêrîn û pêşniyarên jinan a di nava vê forumê de jinan teqez kirin ku eger aştiyek li Sûriyeyê pêk were wê bi hevgirtin û yekîtiya jinan pêk were her wiha divê di qadên siyasî de jî jin cihê xwe bigirin û bibin baskê çareserkirinê. Di nava vê forumê de me jinan pir bi rehetî nêrînên xwe parve kirin. Me da xuyakirin ku divê cihê jinan di hemû qadan de hebe ji ber ku tevî hemû alozî û astengiyên heyî yên ku bikaribin aştiyê di nava Sûriyeyê de pêk bînin jin in. Ne tenê di pêkanîna aştiyê de lê belê dikarin bi erka xwe ya neteweyî ji bo welatê xwe rabin ser piyan."
 
‘Ji bo jin bibin xwedî biryar forûmên wiha girîng in’
 
Di dawiya axaftina xwe de Leyla da zanîn ku pêkanîna foruma jinan a di demên niha de dibe gavek gelek girîng a yekîtiya tevahî jinên di nava Sûriyeyê de û wiha got:" Zêdekirina hevdîtinên jinan a ji bo pêkanîna çareseriyên krîzên li Sûriyeyê gelekî girîng e. Yek ji armanca me ew e ku em forumên ji vêya mezintir pêk bînin û hemû jin cihê xwe tê de bigirin her wiha bibin xwedî biryar."