Girtiya nexweş Rozerîn Soyler nayê dermankirin

  • 10:59 22 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Malbata girtiya bi navê Rozerîn Soyler a tevî rapora bijîşk jî nayê tedawîkirin da zanîn keça wê nexweş e û di hevdîtina dawî de dîtiye ku keça wê pir zeîf bûye û got ew di mijara tendirustiya keça xwe de bi fikar e. 
 
Polîtîkayên tecrîdê yên ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin li her qadê belav bûye, yek ji komên herî zêde bandor kiriye jî girtî ne. Girtî rastî lêgerîna tazî tên û şîdeta devkî û fizîkî tên, tevî raporên bijîşkî jî girtî nayên dermankirin. Yek ji girtîgehên ku gelek binpêkirinên mafan lê tên kirin, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê ye. Rozerîn Soyler a li vir tê ragirtin, tevî ku nexweşiyên xwe yên giran nayê dermankirin û nabin nexweşxanê.
 
Rozerîn a ku di 13 saliya xwe de hat girtin û 11 meh li Girtîgeha Jinan a Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, ji ber ku zarok bû hat berdan. Di sala 2018'an de dema li xwaringehekê dixebitî, polîsan bi ser mala Rozerîn de girt û rastî tundiyê hat, piştre jî hat binçavkirin. Rozerîn a ku piştre birin Şaxa TEM'ê 2 rojan di binçavan de ma. Dû re jî ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. 
 
Malbata Rozerîn derbarê keça xwe ya ku ev salek û nîv e li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin û rewşa wê ya tenduristiyê gav bi gav nebaş dibe, agahî dan ajansa me JINNEWS'ê. 
 
Malbata wê diyar kir ku ji ber rewşa aborî nikarin biçin serdana Rozerînê û wiha gotin: "Em carek çûn serdana wê. Ez nikarim zêde pere ji keça xwe re bişînim. Di hevdîtina dawiyê de keça min pir zeîf bibû. Ji min re got ez nexweşim, lê min nabin nexweşxanê. Herî dawî keça min li girtîgehê bi dozger re hevdîtin kir, ji dozger re got ez ê helwesta we ji çapemenî û malbata xwe re ragihînim. Dû re keça min dibin nexweşxanê. Piştî muayeneya bijîşkê derket holê ku qapaxa mîdê sist bûye û pêdivî bi endoskopî heye. Lê belê endoskopî nehatiye kirin. Em wek malbat girtîgehê berpis dibînin û divê keça me demildest bê dermankirin." 
 
Di dawiyê de malbatê bal kişand ku li girtîgehan 'rewşa bêhiqûqî' heye û xwestin binpêkirinên li ser girtiyan bi dawî bibin.