‘Em dixwazin fûarên pirtûkên Kurdî bidomin’

  • 09:06 22 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
ÊLIH - Jinên tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê bûn diyar kirin ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî fûarên bi vî rengî gelekî girîng in, divê dewam bikin û wiha gotin:” Ji bo wêje û xwendevanên Kurdî pêş bikevin divê fûarên wiha dewam bikin. Di vê fûarê de eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî jî baş bû.”
 
Fûara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve li Êlihê hat lidarxistin 16’ê Cotmehê dest pê kir û heta roja 20’ê Cotmehê dewam kir. Di Fûra Pirtûkên Kurdî de bernameyên mîna panel û gotubêjan jî hat lidarxistin û gelek nivîskarên Kurd û weşanxaneyên Kurd tevli fûarê bûn. 
 
Jinên tevli fûarê bûn têkildarî girîngiya ziman û pirtûkên Kurdî her wiha rewş û bandora fûarê, girîngiya tevlîbûna jinên nivîskar a ji bo fûarê nirxandin kirin. 
 
‘Ji bo zimanê me winda nebe bi Kurdî diaxivim’
 
Nivîskar Încî Şahîn di destpêkê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha got:”Ez ji dayika xwe çi fêr bûbim ez vê gavê wê xeber didim. Axaftina bi zimanê dayika xwe gelekî xweş e. Ez gelekî ji zimanê xwe hez dikim. Ez bi zimanê dayika xwe xeber didim. Ji bo em zimanê xwe baş hîn bibin divê em zaf bixwînin. Hemî tişt bi xwendinê pêk tên. Ez jî heta ji destên min tê hewl didim her tim biaxivim û bixwînim lê ev yek kêmasiya min e jî ku ez niha tam nikarim biaxivim û bixwînim. Lê belê dîsa jî ji bo zimanê me winda nebe ez ji dayika xwe çi hîn bûbim ez bi zarokên xwe re diaxivim û li dora xwe diaxivim.”
 
‘Divê em ji bo Kurdî pencereya xwe berfireh bikin’
 
Încîyê bi lêv kir ku ji bo zimanê Kurdî tune nebei ji bo pêş bikeve divê mirov ji xwe, ji malbata xwe dest pê bikê û wiha pê de çû:”Dayika me bi me re bi Kurdî diaxivî. Lê dema em li nifşên niha dinêrin dayika wan bi Kurdî dizane jî lê zarokên wan bi Tirkî diaxivin. Di nava malê de jî Tirkî tê axaftin. Ev kêmasiyek e. Loma divê em ji xwe dest pê bikên. Divê em ji bo Kurdî pencereya xwe berfireh bikin.” 
 
‘Divê gel were fûarên pirtûkan’
 
Încîyê da zanîn hatina gel a ji bo fûarên pirtûkên Kurdî gelekî girîng e û wiha got:”Mirov heta nexwîne nikare hîn bibe. Loma divê gel were fûarên pirtûkan. Li fûarê jî ji ber nivîskarên Kurd zaf in ez gelekî serfiraz im. Ez kêfxweş im. Em wiha ji hev re dibin destek. Ev destek jî zaf baş e.”
 
‘Li zimanê xwe xwedî derkevin’
 
Încîyê di heman demê de da zanîn ku ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve divê dibistanên bi Kurdî hebin û got divê ew vê yekê ji nava malê dest pê bikên û dê, bav bi zarokên xwe bi Kurdî biaxivin. Încî herî dawî bang kir û got bila gel dev ji zimanê xwe bernede û li zimanê xwe xwedî derkeve. 
 
‘Em dixwazin fûarên pirtûkên Kurdî bidomin’
 
Aynûr Erşarî Ogurlu da zanîn Fûara Pirtûkên Kurdî ji bo Êlihê gelekî baş çêbûye û wiha got:”Destpêkek wiha baş bû û em dixwazin bidome jî. Ji bo wêje û xwendevanên Kurdî pêş bikevin divê fûarên wiha dewam bikin. Di vê fûarê de eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî jî baş bû. Lê hinek xwîner dema dihatin, digotin em bi Kurdî dizanin lê em nikarin bixwînin. Ev jî ji ber malbatê ye.” 
 
‘Divê em bi Kurdî bijîn’
 
Aynûrê bi lêv kir ku divê Kurd li malên xwe bi Kurdî biaxivin û wiha dewam kir:”Axaftina bi zimanê Kurdî gelekî girîng e. Divê zarok û dayikên me bi Kurdî biaxivin. Ji bo em zimanê xwe winda nekin divê em bi Kurdî bijîn. Ger em bi Kurdî neaxivin wê zarok û neviyên me jî bi Kurdî neaxivin. Hewce ye dayikên me dev ji zimanê xwe bernedin. Dema mirov li malê bi Tirkî biaxive ew jiyan dibe Tirkî. Loma divê mirov di destpêkê de li malê bi Kurdî biaxive.”
 
‘Li dijî êrişan divê em zimanê xwe hîn bibin’
 
Aynûrê diyar kir ku li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî divê Kurd bixwînin û zimanê xwe hîn bibin û wiha got:”Li dijî êrişan divê em zimanê xwe hîn bibin û bi zimanê xwe bixwînin. Wexta em wiha bikin wê demê em dev ji zimanê xwe bernadin. Dema tu bi zimanê xwe neaxivî wê êriş dewam bike.”
 
‘Bi Kurdî çiqasî bê nivîsandin wê ewqasî pêş bikeve’
 
Aynûrê di heman demê de bal bir ser girîngiya pirtûkên Kurdî û wiha got:”Helbest, çîrok, ferhengên me çiqas zêde bibin wê zimanê me ewqasî pêş bikeve. Kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Loma çiqasî bi Kurdî bê nivîsandin û bê axaftin wê ewqasî pêş bikeve.” 
 
Aynûrê di heman demê de da zanîn hebûna jinên nivîskar a li fûarê girîng e û got ev yek ji bo jinên Êlihê yên bindest jî dibe rêyek.   
 
‘Zimanê me ye û hebûna me ye’
 
Songul Keskîn jî da zanîn hatina rû hev a bi xwendekaran re ya di fûara pirtûkên Kurdî de girîng e û got fûarên bi vî rengî jî rê li ber vê yekê vedike.  Her wiha Songulê got:”Em Kurd in, Kurdî zimanê me ye û hebûna me ye. Bê pirtûk jî ziman nabe. Dema ku em bibêjin em hene divê ziman jî hebe.” 
 
‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’
 
Songulê li gel girîngiya hebûna pirtûkên Kurdî ya li fûaran bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî jî û wiha pê de çû:” Heta perwerdeya bi zimanê Kurdî nebe Kurdî pêş nakeve. Divê ev perwerdeya fermî be, ne ya taybet be. Heta zimanê Kurdî li Tirkiyeyê nebe zimanê fermî pêşketin çênabê.”
 
Yekîtiya weşanxaneyên Kurdî
 
Songulê di heman demê de bal bir ser girîngiya yekîtiya weşanxaneyên Kurdî jî û wiha got: “Hewldaneke yekîtiya weşanxaneyên Kurdî heye. Ji bo ev fûar çêbibe weşanxaneyên Kurdî jî di nava organîzasyonê de cihê xwe girtin. Ev yek gelekî girîng e.”
 
Songulê herî dawî da zanîn divê Kurd xwedî li xwe derkevin, ev xwebûn e û got divê malbat teqez bi zarokên xwe bi Kurdî biaxivin, jixwe zimanekî ku zarok neaxivin ew ziman mirîye.