Der barê serokomar de serlêdana sûc

  • 22:09 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Huseyîn Cîmşît, ji ber windahiyên can yên erdhêja navenda wê Mereş bû, der barê serokomar Erdogan û gelek wezîran de serlêdana sûc kir.
 
Parêzer Huseyîn Cîmşît, der barê erdhêjên bi pêla 7.7 û 7.6  ku navenda wê Mereş bû û ji 40 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan,li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê serlêdana sûc kir. 
 
Huseyîn di daxwaznameya da de diyar kir ku di tiştên hatine jiyîn de berpirsyariya serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, wezîrê Bajarvanî, Hawirdor û Avhewayê Murat Kurum, wezîrê karê hundir Suleyman Soylu, wezîrê parastinê Hulusî Akar, wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca û wezîrê Ragîhandinê Adîl Karaîsmaîloglu heye.
 
Li gorî nûçeya di Kisa Dalga de cih girtiye di nava kesên der barê wan de gilî hatiye kirin, şaredarên Mereş, Hatay, Semsur, Dîlok, Edene, Meletî, Kîlîs, Osmaniye û Rihayê yê navbera 1999-2023’an û her wiha endamên meclîsa şaredariyan û rêvberên operatorên GSM’ê jî hene.