Baroya Amedê ji bo Kurdî li YÎMER'ê bê zêdekirin serlêdan kir

  • 19:45 18 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê bi daxwaza ku kurdî jî li navenda bangawaziyê ya YÎMER 157'an bê zêdekirin, serlêdan kir. 
 
Baroya Amedê ji bo kurdî jî li Navenda Bagawaziyê ya 157'an a ku Navenda Ragihandinê ya Biyaniyan (YÎMER) ya girêdayî Serokatiya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî bê zêdekirin, serlêdan kir. Baroyê di serlêdana xwe de xwest ku zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî li YÎMER'ê bê bar kirin ku bi tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, rûsî, alman, û peştûyî xizmetê dike