Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn

  • 18:13 18 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL - Walîtiya Stenbolê da zanîn ku piştî erdheja Mereşê, ji bo 93 dibistanên li bajar ên xetere li ser heye biryara veguhestinê hatiye dayîn. 
 
Walîtiya Stenbolê ji 20’ê sibatê roja duşemê ve ji bo 93 dibistanên li bajar ên li hemberî erdhejê xetere li ser heye, biryara veguhestinê da. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku xwendekarên li van dibistanan dê êdî li dibistanên hatine destnîşankirin perwerdeyê bibînin.