Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên girtin

  • 16:33 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyên ji herêmên erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên girtin û bang kir ku binpêkirinên mafan bên bidawîkirin. 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî têkildarî rewşa girtîgehên li herêmên erdhejê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înisiyatîfê destnîşan kir ku girtîgehên li 10 bajarên ji erdhejê bandor bûn ji ber xesarê rîskeke giran bi xwe re tînin û wiha got: “Di rojên destpêkê yên erdheja li van girtîgehan de, têkiliya girtî û malbatên pêk nehat, ceyran û av hatin birîn, pirsgirêkên germkirinê rû dan û binesaziya li bajaran hilweşiya. Li Girtîgehên Meletî, Mereş û Hatayê weqayên ku parastina mafê jiyanê, qedexeya îşkence û mûameleya nebaş binpêkirin pêk hatin. Ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan ve daneyên mirî û birîndaran hatin aşkerekirin. Aqubeta lêpirsîna derbarê wan peywîrdarên ji van mirî û birîndaran berpirsyar ne diyar e. Kirariyên têkildarî van berpirsyaran divê bi awayekî zelal bên birêvebirin û encamên wê ji rayagiştî re bên parvekirin.”
 
Girtîgeha nehatiye temamkirin
 
Înîsiyatîfê da zanîn ku qasî ku hate tespîtkirin girtiyên li herêmên erdhejê sewqî Girtîgehên Antalya, Samsûn, Kirşehîr, Ereglî, Kirikkale, Tokat, Yozgat û Erzîncanê hatine kirin û pirsgirêkên ku girtiyan di dema sewqkirin û li girtîgehên lê hatin sewqkirin de jiyan vegotin. 
 
Girtiyên nexweş bi tenê dimînin
 
Înîsiyatîfê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Hin girtiyên ku anîn Girtîgehên Ewlehiya Bilind û Girtîgeha Tîpa S, li girtîgehên beriya niha jê anîn di nav pergala qawişê de bûn li odeyên yek kesî hin jî li odeyên sê kesî hatine bicihkirin. Ev pêkanîn ji aliyê girtiyên nexweş ve binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş bi xwe re tîne. Divê ji bo girtiyên nexweş dest ji pêkanîna pergala yek odeyan bê berdan û li cihên qelebalix bisekinin."
 
Pirsgirêkên revîrî 
 
Li girtîgehên ku girtiyên nexweş jê re tên sewqkirin divê pirsgirêka revîrê bi awayekî lezgîn bê çareserkirin. Divê li ber çavan bê girtin ku malbatên girtiyan mexdûrên erdhejê ne derfetên wan ên madî nînin, divê tiştên wan bil ez bên şandin û pêdiviyên wan ên kincên zivistanê bên pêşwazîkirin. Divê kantînên wan bên vekirin û xwarinên wan ên parêzê bên dayîn. Divê di dema sewqkirina girtiyên nexweş ên nexweşxaneyê û girtîgehan de wesayîtên bi tîpên ambûlansan bên bikaranîn. Divê mafê jiyanê yên girtiyên ku derfetê tedawiya wan nîne, lênêrîna wan nikare bê kirin, nexweşên giran ên nikarin tena serê xwe bijîn û astengdar berçavan bê girtin û cezayê wan bê taloqkirin.”