Şêniyên Eyn Îsayê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikin

  • 15:48 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa kantona Girê Spî di çarçoveya hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" dest bi komkirina alîkariyan ji bo mexrûdên erdhejê kir.
 
Bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsayê berê xwe da konê komkirina alîkariyan ku Meclisa kantona Girê Spî li Parka Xwendinê vedaye. Da ku pere û alîkariyan ji mexdrûên erdhejê re yên li gelek herêmên Sûriyeyê pêşkêş bikin.
 
Tê payîn komkirina alîkariyan li navçeya Eyn Îsa û navçeyên kantona Girê Spî heta hefteyekê dewam bike.
 
Meclisê 3 konên din ji bo heman mijarê li navçeya Heba, Cirin û Hîşê yên Girê Spî vedabûn.