Li Amedê AFAD xebatên xwe bi dawî kir

  • 14:42 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - AFAD’ê ragihand ku li Ameda 7 avahî lê hilweşiya bûn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirine û derbarê kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran de tu agahî parve nekirin. 
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku li 7 avahiyên li Amedê hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirine. AFAD a xebat rawestandin, têkildarî bîlançoyê tu agahî parve nekirin. 
 
Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê aşkere kir ku di kavilên 7 avahiyan de 409 kes jiyana xwe ji dest dane û 902 kes jî birîndar bûne.